POLÎTÎKA

HDP ji hilbijartinan re amade ye

Dem : 25 Avrêl 2018 În

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan ji nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê re axivî. Buldan destnîşan kir ku HDP hem bi danezana xwe û hem jî bi namzedên xwe yên ji hemû beşên civakê îspat kiriye ku tekane partiya hêvî dide gelan HDP ye.

Buldan got ku HDP bi hemû beşên civaka Kurdistan û Tirkiyeyê re tifaq pêk aniye û banga tifaqê li hemû gelan kir.

 

Buldan îşaret bi pirsgirêkên Kurdistan û Tirkiyeyê kir û anî ziman ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan HDP xwedî bername ye û ew xwedî îdia ne ku hemû pirsgirêkan bi rê û rêbazên demokratîk çareser bikin.

 

Çareserkirin rêgeza sereke ye

 

Buldan bi lêv kir ku tu hêviyên gelan ji îktîdarê tune ye û ev nirxandin kir: “Tu hêviyên me ji îktîdarê tune ye lê hêza sereke ya çareseriyê HDP ye. Ev bang ji hemû partiyên siyasî yên li derveyê tifaqê de mayîn re ye. Ev bang ji hemû kurdan re ye; piştî hilbijartinê jî hewldan û xebatên li ser yekîtiya neteweyî dê berdewam bike. Îtîfaq ji bo yekitiya neteweyî xala herî giring e.”

Buldan têkoşîna gelê kurd a ji bo azadiyê jî bi bîr xist û diyar kir ku çareserkirina pirsgirêkên gelên Tirkiyeyê û gelê kurd rêgeza HDP’ê ya sereke ye û ji bo vê jî lazim e HDP bi hêzeke mezin li meclisê be.

 

‘Em ê tecrîdê birûxînin’

 

Buldan destnîşan kir ku ji bo yekîtiya gelê kurd hewlesta gelê kurd a di hilbijartinan de jî gelekî girîng e û bi rêya serkeftina HDP’ê dê yekîtiya gelê kurd qewîmtir bibe. Buldan bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û da zanîn ku li gel Ocalan çareseriyê dixwaze hikumeta tirk pêşî lê digire û wiha got: “Piştî 24’ê Hezîranê xebata sereke ji nû ve destpêkirina pêvajoya çareseriyê ye. Ji bo rakirina tecrîdê jî hemû hewldan dê pêk werin. Em tecrîda li ser birêz Ocalan wek heqareta li dijî gelê kurd dibînin. Ji ber vê yekê em dibêjin divê demildest tecrîd bê rakirin, Ocalan weke muxatabê pêvajoya aştî û muzakereyan bê qebûlkirin.”

 

Buldan destnîşan kir ku ji hilbijartinan re mehek maye û ew ê ji Erdexanê heta Edîrneyê bi jin, ciwan, gel û baweriyan re di milê hev de ji bo serkeftina HDP’ê bixebitin û dê xwe bigihînin hemû kesan. AMED

 

Albuma Nûçeyê