JIN

HDP hêviya jinan e

Dem : 16 Pûşper 2018 Şemî

Desthilata 16 salan a AKP’ê herî zêde bandor li ser jinan kir. Ji be vê yekê jinên ku ji polîtîkayên AKP’ê tengav bûne xwe amade dikin ku dengê xwe bidin HDP û Demîtaş.

Cemîle Mutî destnîşan kir ku ji bo bêhn bê ber wan, ew ê dengê xwe bidin HDP’ê û desnîşan kir ku ew HDP’ê wekî alternatîfekê dibîne û wiha got: “HDP bi cihgirtina li meclisê re dê pêşî li azadiya jinan veke û bang li her kesî kir ku dengê xwe bidin HDP’ê.

Sultan Bozkurt anî ziman ku di serdema AKP’ê de zilm û zordarî zêde bûne û got ku ji bo zilm biqede dê dengê xwe bide HDP û Demîrtaş û wiha axivî: “HDP ne tenê ji bo kurdan, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê paşeroj e, hêvî ye.

Nurcan Konuklu da xuyakirin ku ji bo mafên jinan êdî neyên binpêkirin wê dengê xwe bide HDP û Demîrtaş.

Newroz Gunverdî destnîşan kir ku ji bo jiyana azad a kurdan û hemû gelan, dê dengê xwe bide HDP û Demîrtaş û diyar kir ku êdî her kes hişyar bûne û 24’ê hezîranê dê dawî li AKP’ê bînin.”

Nazmiye Ulker anî ziman ku hilbijaritnên 24’ê hezîranê dê çarenûsa welat diyar bike. Ulker ji hemû dengdêran xwest ku baş li ser rewşê bifikirin û ragihand ku mayina HDP’ê ya di binê bendê de tê wê wateyê avakirina rejîma yekzilamî û ev yek jî ji bo Tirkiyeyê felaket e û wiha axivî: “Ji bo welat normal bibe divê desthilata heyî têk biçe.” STENBOL

Albuma Nûçeyê