POLÎTÎKA

HDP DERMAN E

Dem : 10 Pûşper 2018 Yekşem

Li gundên Îdirê ji biçûkan heta mezinan, ji nexweşan heta pîran herkes eleqeyeke mezin nîşanî HDP’ê dide. Bi taybetî dayikên ku nikarin li ser pêyan bisekinin dema hatina HDP’ê diçin pêşiya wê. Her wiha ciwanekî HDP’î ku faşîstan milê wî şikandiye jî got ku gule jî nikarin wan rawestînin

Dildarên HDP’ê li dijî hemû astengî û êrîşan xebatên hilbijartinên 24’ê hezîranê didomînin. Li Enqereyê ciwanê bi navê Melik Varol ê HDP’î ku dema xebatên hilbijartinê dimeşand rastî êrîşa nijadperestan hat û milê wî hat şikandin. Varol da zanîn ku dê xebatên hilbijartinê bidomîne û wiha got: “Bi van êrîşan nikarin me têk bibin. Wan destê min şikand. Lê gule jî berdin min nikarin min asteng bikin.”

Her ku hilbijartin nêz dibe HDP jî lez dide xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê. HDP tevî hemû zext û astengiyan û OHAL’ê li her derê bi welatiyan re tê gel hev û daxwazên wan guhdar dike.

Yek ji bajarê ku HDP’î zêde lê dixebitin jî Îdir e. Wekî her bajarê li Îdirê jî HDP li her cihê ku diçe rastî eleqeyên mezin a gel tê. Ji biçûk heta mezinan, ji nexweşan heta pîran her kes bi kêfxweşiyeke mezin namzedên xwe pêşwazî dikin.

Her wiha welatî diyar dikin ku ew ê dengê xwe bidin xwe û ji ber HDP jî ji wan e, ji nava gel derketiye dê dengê xwe bidin HDP’ê û heta dawiyê lê xwedî derkevin.

‘Ez ê dengê xwe bidim xwe’

Hanim Temîz a 80 salî ku wêneyên Demîrtaş maç kir û wiha got: “Ji Demîrtaş pir hez dikim. Ez ê dengê xwe bidim HDP’ê. Ji ber ku kurd im, ez ê dengê xwe nedim Erdogan. Ew min temsîl nake. Ger Erdogan trilyonan jî bide min, qethiyen ez deng nadimê. Ji cîran, nevî û zarokên xwe re dibêjim ‘Divê hûn dengê xwe bidin HDP’ê.’ 80 salî me, lê derî bi derî digerim.”

Fatma Alkoç a 78 salî jî ev tişt anî ziman: “Ji bo Demîrtaş ji girtîgehê derkeve ez ê dengê xwe bidim wî. 6 meh in nexweşim, piyê min erdê nagire lê dema min bihîst HDP hatiye gund min xwe negirt û derketim. Înşeleh dê HDP bi ser bikeve û dê Demîrtaş ji girtîgehê derkeve.”

‘Gule jî nikare me rawestîne

Ji roja ku HDP dest bi xebatên hilbijartinê kiriye heta niha gelek caran rastî astengî û êrîşan hatiye. Li Enqereyê dema dildarên HDP’ê xebatên hilbijartinê dimeşandin, di 7’ê hezîranê de li navçeyên Çankaya û Etimesgutê rastî êrîşa komek nijadperest hat. Di êrîşa nîjadperestan de milê Melîk Varol ê HDP’î hat şikandin.

Der barê mijarê de Melîk Varol destnîşan kir ku dema komê êrîşî wan kirin polîs li wir hebûn, lê polîsan mudaxele nekiriye û tenê temaşe kir û wiha domand: “Bi van êrîşan nikarin me têk bibin. Wan destê min şikand. Lê gule jî berdin min nikarin min vegerînin. Em dê piştî 24’ê hezîranê jî xebatên xwe berdewam bikin. Heta ku em bimirin em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Xebatên me yên HDP’ê yên hilbijartinê dê bidomin.”

Dê heta dawiyê xebat bidomin

Ciwanê dildar Umît Tamur jî anî ziman ku çi dibe bila bibe xebatên xwe berdewam bikin û wiha got: “Her ku ew li me bidin em dê bêtir bixebitin. 4 caran ez rastî êrîşan hatim. Bi van êrîşan nikarin min têk bibin.”

Ji Egeyê heya Botanê hevdîtinên gel

Tevî pêvajoya OHAL’ê jî HDP li her derê bê navber xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Ne tenê HDP, hemû kesên ku dixwazin ji tarîtiya AKP’ê û partiyên dewletê xilas bibin, bi dil û can dixebitin. Di çarçoveya van xebatan de namzedên HDP’ê li Manîsa, Aydin, Mêrsîn, Mêrdîn, Şirnex, Wan û Amedê bi gel re hatin gel hev. Di hevdîtin û civîna gel de namzedan behsa girîngiya hilbijartinan kirin û ji bo 24’ê hezîranê banga xwedîderketina dengan kirin. ENQERE – ÎDIR  - AMED

Albuma Nûçeyê