JIN

HDP deng û rengê jinê dibe meclisê

Dem : 26 Pûşper 2018 Sêşem

Hilbijartinên 24 heziranê ên li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê ku pêk hatin de, HDP 67 wekîl dişîne meclisê. Ji van wekîlan 25. Li gorî rêjeyê partiya ku herî zêde wekîlên jin dişîne meclisê HDP ye

Li gorî encamên hilbijartinên 24’ê hezîranê, HDP’ê 25 wekîlên jin dişîne meclîsê. Ji 25 wekîlên jin 9 jê di rêza yekemîn de hatin hilbijartin.

Li gorî encamên ne fermî, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) zêdeyî 11.50 ji sedî yê dengan stend û 67 wekîl bi dest xist. 25 ji van wekîlan jî jin in. 9 ji wekîlên jin ên HDP’î di rêza yekemîn de hatin hilbijartin.

Wekîlên jin ên ku hatine hilbijartin ev in: STENBOL; Pervîn Bûldan Oya, Ersoy, Huda Kaya, Dîlşat Canbaz, Kaya Zuleyha Gulum, ÎZMÎR; Serpîl Kemalbay , ENQERE; Fîlîz Kerestecîoglû, EDENE; Tulay Hatîmogûllari, AGIRÎ Dîrayet Dîlan Taşdemîr , AMED Salîha Aydenîz, Remziye Tosûn, Semra Guzel Dersîm Dag, COLEMÊRG; Leyla Guven, MERSÎN; Fatma Kûrtalan, MÊRDÎN; Pero Dundar Ebru Gunay, MÛŞ; Gulîstan Kiliç Koçyîgît ,SÊRT Meral Daniş Beştaş, RIHA; Ayşe Surucu, WAN; Bedîa Ozgokçe, Ertan Mûazzez Orhan , ÊLIH; Feleknas Ûca, Ayşe Acar Başaran ŞIRNEX; Nûran Îmîr STENBOL

Albuma Nûçeyê