POLÎTÎKA

HDP dê rengê meclisê diyar bike

Dem : 31 Avrêl 2018 Pêncşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo hilbijartinên serokkamariyê û giştî ku dê di 24’ê Hezîranê de bên lidarxistin, demeke pir kin ma. Di vê çarçoveyê de hemû partiyan lez dan xebatên xwe. Yek ji xebatên hilbijartinan jî anket in. Bi nêzbûna hilbijartinan re hejmara anketan jî zêde bû. Li gorî anketên şîrketan ên muxalîf, tifaqa ‘Cumhur’ a AKP-MHP’ê ji sedê 50’î derbas nake û hilbijartina serokkamariyê jî dimîne bo tura duyemîn. Encamên anketên AKP’ê yên dawî jî van agahiyan piştrast dike.

Hikumeta AKP’ê ku dixwest bi Tifaqa Cumhur re partiyên muxalîf di bin benda hilbijartinê de bihêle û gelemperiya parlamenteriyan bidest bixe, bi avakirina Tifaqa Milet re plana wê vala derket. Li gorî agahiyan, di encama anketa dawîya AKP’ê de rêjeya dengê AKP’ê ji sedê 46 derket. Di heman demê de li gorî encamên anketê, rêjeya dengê HDP’ê jî derdora 9-11 derdikeve. Di heman demê de MHP ji sedê 8-9, Îyî Partî jî derdora ji sedî 7-8’ê dengan digire.

Plana duyemîn di dewrê de ye

Ji ber tifaqên muxalefet û hikumetê, pirsgirêka bendê ji holê rabûye û partiyên biçûk jî dikarin parlamenterên xwe bixin meclisê. Lê ji ber ku HDP bi tenêya serê xwe dikeve hilbijartinê, bi awayekî xwezayî benda hilbijartinê ya ji sedê 10, tenê li pêşiya wê dimîne. Li gorî anketê, ger HDP benda hilbijartinê derbas bike, tifaqa AKP û MHP’ê ji 600 parlamenteran tenê dikare 320 parlamenteran derxîne. Ev hejmar jî têra guherandina makeqanûnê nake. Lê ger ku HDP di bin bendê de bimîne, tifaqa AKP-MHP’ê dê zêdetirî 400 parlamenteran bidest bixe û wê dikaribe makeqanûnê jî biguherîne.

Li gorî nirxandinên li ser anketê, tê gotin ku rewşa AKP’ê bi taybet jî ya li bakurê Kurdistanê li gorî hilbijartinên 1’ê Mijdarê xerab e.

Albuma Nûçeyê