POLÎTÎKA

HDP dê dawî li tecrîdê bîne

Dem : 12 Pûşper 2018 Sêşem

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Bîrecîkê ya Rihayê bû. Bûldan li Bîrecîkê xitabî hezaran kir û wiha got: “Wan wekîltiya wekîlên me xistin lê bi milyonan îro li şûna wan hene. Wan wekîlên me xistin, em ê di 24’ê hezîranê de îktîdara wan bixin. Em soz didin di 24’ê hezîranê de em ê dawî li tecrîdê bînin û em ê tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bikin.”

Bûldan destnîşan kir ku 24’ê hezîranê ji bo Tirkiyeyê roja qederê ye û dê kurd, ereb, turkmen, laz, çerkez û hemû pêkhateyên li Tirkiyeyê dê piştî 16 salan qedera xwe diyar bikin. Bûldan destnîşan kir ku dê gel 24’ê hezîranê pêsira xwe ji vê îktdara zalim xilas bike.

 Buldan diyar kir ku destê Erdogan û AKP’ê di xwîna kurdan de ye û bi serkeftina HDP’ê dê hesabê hemû komkujiyan ji Erdogan bipirsin. Bûldan bal kişand ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û da zanîn ku bi serkeftina HDP’ê re dê tecrîdê jî ji holê rakin. Bûldan ji gel xwest ku roja 24’ê hezîranê dengê xwe bidin xwe û hesabê zilmê ji AKP’ê bixwazin. RIHA

Albuma Nûçeyê