NÛÇE

HDP bi rojeva hilbijartinên herêmî dicive

Dem : 08 Sermawez 2018 Pêncşem

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbijartinên herêmî ya tê payîn ku dê di 31’ê adara 2019’an de pêk bê dest bi xebatên berfireh dike û civînên bi rojeva hilbijartiên herêmî li dar dixe. HDP ku demek berê xebatên hilbijartinên herêmî da destpêkirin dê di navbera 9 û 14’ê mijdarê de bi rojeva hilbijartina herêmî civînên Desteya Rêveberiya Navendî (MYK), Meclisa Partiyê (PM), Meclisa Jinan û Hevserokên Bajaran bê lidarxistin. Wê hevserokên giştî yên partiyê jî beşdarî van civînan bibin. Têkildarî xebatên hilbijartinên herêmî hemû geşedan û amadekariyan guftûgo bikin. Di civînan de dê plansaziya siberojê bê derxistin û di çarçoveya plansaziyê de jî dê komîsyon bên avakirin.

Sermijara herî girîng a civîna HDP’ê îtîfaqên bi partiyan re ye. HDP li bajarên bakurê Kurdistanê bi partiyên kurd re û li Tirkiyeyê jî bi hêzên demokrasiyê re di nav lêgerîna îtifaqê de ye. Hat zanîn ku dê di civînên MYK û PM'ê de der barê van domkirina hevdîtinan de bi berfirehî nirxandin bê kirin.

Tê payîn di civînên HDP’ê de ji bo diyarkirina namzetan heta serê salê xebat bê kirin. HDP ji bo cihê ku dê bi ser bikeve hesasiyet nîşan bide û ji bo şaredariyên ku qeyûm hatine tayînkirin jî dê li ber çavan bigire û wê di vê çarçoveyê de nazmet nîşan bîde.

Çav li rê ye ku di civînan de têkildarî xebata hemû komîsyonên navendî jî aşkere bûn pêk bê û komîsyon bên avakirin. Her wiha HDP dê di van civînên xwe de binçavkirin, girtin û darizandinên endam, rêveber, parlamenterên xwe jî nîqaş bike û di vî warî de dikarin.

Civîna MYK’ê dê di 9-10’ê mijdarê de, meclisa jinan dê di 11’ê mijdarê de, civîna PM’ê dê di 12’ê mijdarê de û civîna hevserokên bajaran jî dê di 14’ê mijdarê de pêk bê. Piştî van civînan dê HDP ji bo xebatên hilbijartinên herêmî dakeve qadan. ENQERE

Albuma Nûçeyê