POLÎTÎKA

HDP alternatîfa sêyemîn e

Dem : 02 Pûşper 2018 Şemî

Nivîskar û lêkolîner Muhammed Salar têkildarî hilbijartinê axivî û destnîşan kir ku li dijî tifaqa AKP-MHP’ê û tifaqa CHP, ÎP, SP û DP’ê, HDP alternatîfa sêyemîn e.

Salar diyar kir ku êdî tehemula van tifaqan ji kurdan jî tuneye û wiha got: “Dê di vê hilbijartinê de beramberiya vê siyaseta ku tehamulî erdnîgariya kurdan û kurdan nake, diyar bibe. Dê mirov di hilbijartinê de fatûreya vê yekê li îktîdarê bibirin. Wisa difikirim ku hem kurd hem jî oldar destekê nedin wan.”

Salar destnîşan kir ku di vê hilbijartinê de ji rastgir û çepgiran wêdetir, dê mexdûr û bindestên ku di şert û mercên Rewşa Awarte de dijîn û da zanîn ku ew wisa difikire ku dê mexdûrên KHK’ê, Rewşa Awaret, kurd, derdorên çepgir û demokrat dengê xwe bidin HDP’ê. MÊRSÎN

Albuma Nûçeyê