NÛÇE

HDP: Pereyê karkeran ji bo aboriya AKP’ê hatiye xerckirin

Dem : 08 Sermawez 2018 Pêncşem

Alîkarê Hevserokên HDP’ê Gunay Kubîlay ê ku ji Ked, Aborî û Polîtîkayên Civakî berpirsyar e, diyar kir ku ji fona bêkariyê 40,4 milyar TL hatiye talankirin. Kubîlay daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li Tirkiyeyê rêjeya bêkariyê her serdemê zêdetir bûye û ji ber qeyrana aborî hejmara bêkaran bûye 6,3 milyon.

Kubîlay di daxuyaniyê de diyar kir ku fona sîgortaya bêkariyê ya ku divê li bêkaran were belavkirin ji xeynî bêkaran di gelek qadan de tê bikaranîn. Kubîlay ev tişt anî ziman: “Pereyê karkeran ji bo nelirêtî û aboriya îsrafê ya AKP’ê hatiye xerckirin. Divê vê beşa ku ji fonê hatiye standin, were îadekirin. Ev fon li hemberî rêje û enflasyonê kêm dibe û baş nayê nirxandin û birêvebirin. Fona sîgortaya bêkariyê bûye qadeke wiha ku AKP wê talan dike.”

Kubîlay bal kişand ser van xalên xespa ku AKP dike û ev tişt aşkera kir:“11,5 milyar TL fon a ku AKP’ê ji îdareya GAP’ê re şandiye û ne diyar e ku ji bo çi hatiye xerckirin, hê jî li fonê nehatiye zêdekirin. AKP fonê di serdemên hilbijartinê de ji bo propagandaya xwe ya hilbijartinê bi kar tîne. Di navbera salên 2013-2018’an de nêzî 18 milyar TL fon hatiye bikaranîn. AKP’ê ji ber qeyrana aboriyê sîgortaya bêkariyê jî kiriye şirîkê bankayên ku ketine xesarê. Di meha îlonê de ji fona sîgortaya bêkariyê 10,9 milyar TL şandine ji Vakifbank, Exîmbank û Halkbankê re.” ENQERE

Albuma Nûçeyê