POLÎTÎKA

HDP: Operasyon berdewamiya Komploya 9’ê Cotmehê ye

Dem : 10 Kewçer 2018 Çarşem

Li hemberî operasyona qirkirina siyasî ya duh, bi tevlêbûna gelek parlamenterên HDP’ê, endam û nûnerên HDP, DBP, KCD û saziyên cuda li Amedê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de armanca êrîşê weke hewldana têkbirina têkoşîna demokratîk hat pênasekirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyon di roja Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk hatiye û hat destnîşankirin ku operasyon, berdewamiya Komploya 9’ê Cotmehê ye

Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê, duh li 9 bajarên ku navenda wê Amed bû, operasyona qirkirina siyasî pêk hat. Di operasyonê de rojnameger û siyasetmedarên kurd jî di nav de zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin. Polîsan li 9 bajaran, bi ser 183 malan de girt û zêdetirî 100 kes binçav kirin. Kesên ku hatin binçavkirin li Şaxa TEM'ê ya Amedê tên rawestandin.

Bi tevlêbûna gelek endam, rêveber û parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên herêmê, li ber avahiya HDP’ê ya Amedê têkildarî operasyonên qirkirina siyasî yên duh, daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de parlamenterên HDP'ê yên herêmê, hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, endamên Meclisa HDP'ê, endam û rêveberên DBP û DBP'ê yên Amedê û nûnerên rêxistinên demokratîk ên ku bi KHK'ê hatine girtin amade bûn. Daxuyanî ji hêla parlamentera HDP'ê ya Amedê Saliha Aydenîz ve hat xwendin.

Bal kişand ser dîroka operasyonê

Di daxuyaniyê de Aydenîz di serî de kesên di Komkujiya 10'ê Cotmehê ya GAR'a Enqereyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn û wiha got: “Operasyona li dijî siyasetmedar û rojnamegeran, di salvegera 9'ê Cotmehê roja ku birêz Ocalan ji Sûriyeyê hatiye derxistin de pêk hat. Operasyon berdewama Komploya 9'ê Cotmehê ye. Encama tecrîda li ser birêz Ocalan e. Dixwazin civakê li dijî tecrîdê û komployê bêdeng bikin. Ji 2015'an heta niha komkujî pêk tên. Operasyonên qirkirina siyasî pêk tên. Ev operasyon û qirkirina siyasî û civakî encama polîtîkayên tecrîdê ne.”

Qurbaniyên Komkujiya Gar’a Enqereyê bi bîr anî

Di berdewamê de jî Aydenîz bal kişand ser Komkujiya Gara Enqereyê û wiha domand: “Ev êrîş li dijî tekoşîna yekitî û aştiya gelên Tirkiyeyê bû. Ev weke rojeke reş di dîrokê de cihê girt. Hêj bi sedan hevalên me birîndar in. Em hemû li vir birîndar bûn. Lê em têk neçûn. Em netirsiyan û perçe  nebûn. Em natirsin û têk naçin. Em mezintir û birêxistintir bûn. Em ê mezintir û bihêztir bibin. Mafê her welatiyekî ye ku di nav aştî, aramî û wekheviyê de bijî. Dê têkoşîna me jî bidome.”

Dê serî li ber qirkirina siyasî û fizîkî netewînin

Salîha Aydenîz di berdewamê de jî Komkujiya 5'ê Hezîrana 2015’an a Amedê bi bîr xist û got ku xwestin wan bi komkujiyan ji tekoşîna aştî û demokrasiyê dûr bixin. Aydenîz bi lêv kir ku niha jî dixwazin wan bi komkujiyên siyasî ji vê têkoşînê dûr bixin û wiha got: “Ji bo tasfiyekirina têkoşîna demokrasiyê her tiştî dikin. Lê em ê li hemberî qirkirinên siyasî û fizîkî serî netewînin. AKP-MHP serî li hemû rêyên faşîzan dide. Dozgerê van operasyonên qirkirina siyasî Erdogan bi xwe ye. Her ku hilbijartinên herêmî nêz dibe, dixwazin rêveberiyên herêmî desteser bikin.”

Dixwazin bi rêbazên zextê gel bêdeng bikin

Parlamentera HDP’ê Salîha Aydenîz wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dê li hemberî vê operasyona qirkirina siyasî ku di nav de endam û nûnerên KCD, HDP, DBP, TJA, KÎD, TUHAD-DER, sendîkavan, rojnameger û akademîsyen hene, serî netewînin. Em ê her dem bibin heviya gelê xwe û têkoşîna xwe bilintir bikin. Bi polîtikayên faşîst ên ceberût, bê maf û bê dad mirovan binçav dikin û digirin. Kesên ku daxwazên wan ên demokratîk hene binçav dikin û dixin girtîgehê. Dixwazin bi van rêbazan me bêdeng bikin. Lê em tu carî dest ji têkoşîna xwe ya mafdar bernadin. Em yek herin, dê bi hezaran vegerin. Divê tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê baş bizane ku bi milyonan mirov ji bo têkoşîna demokratîk, amade ne.” AMED

Albuma Nûçeyê