POLÎTÎKA

Guven: Me heta niha li ber xwe da dê niha jî li ber xwe bidin

Dem : 11 Tîrmeh 2018 Çarşem

Parlamantera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven di danişîna xwe ya dawî de anî ziman ku ger hiqûq hebe divê ji bo herkesî be

9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ku bi yek dengî der barê hevseroka KCD'ê û parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven de biryara berdanê da, îro heman dadgehê bi yek dengî der barê Guven de biryara berdewama girtina wê da. Dozger der barê Leyla Guven de ji 25 salan heta 45,5 salan ceza dixwaze. 2'yemin danişîna doza Guven li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hate dîtin. Di danişînê de Guven û parêzerên wê li salonê amade bûn. Her wiha hevserokê KCD'ê û parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, berdevka HDK'ê û parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, parlamenterên HDP'e yên Amedê Semra Guzel, Musa Farîsogullari, Salîha Aydenîz, siyasetmedar Sait Dede û nûnerên KCD, HDP, TJA û DBP'ê jî amade bûn.

Hêzên polîsan ên dewleta tirk li dora salonê tedbîrên ewlehiyê di asta herî jor de girtibûn. Dadgerê ku der barê Guven de biryara berdanê da, bi hinceta ku bi rapor e tev li danişinê nebû. Heyeta dadgehê biryara dosyaya ku li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê û 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê kirine yek, xwendin. Sûcdariya der barê Guven de ji Guven pirsîn.

‘Divê hiqûq ji bo herkesî hebe’

Leyla Guven parastina xwe bi kurdî kir û anî ziman ku ji xwe weke seroka KCD'ê tê darizandin û berdewam kir: “Ez niha wekî parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê têm darizandin. Wekîltiya HDP'ê wekî êlekê ji agir e. Heta niha me çawa di vê rêyê de li ber xwe daye, em dê ji niha û şûnde jî di vê rêyê de li ber xwe bidin. Vê dadgehê der barê min de biryara tahliyeyê da. Piştî min alavên xwe yên girtîgehê kom kirin jî nehatim berdan. Ez bi SEGBÎS'ê derxistim 10'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê û diyar kirin ku der barê min de biryara girtinê heye. Ji xwe ez hêj girtî bûm û li girtîgehê bûm. Ger ku hiqûq ji bo her kesî  pêk bihata, ne ez dê li vir bûma û ne jî dê min ev tişt bijiyana.”

‘Ez tenê wijdanê dixwazim’

Di berdewamê de jî Guven got ku dadgerê der barê wê de biryara tahliyeyê da niha ne li salonê ye û parastina xwe wiha dom kir: “Ez tahliyeya xwe naxwazim. Ez tenê wijdan dixwazim. Ez dixwazim tenê hûn li gorî hiqûqê tev bigerin. Ji ber ku em hiqûqê dixwazin, wezîr ji me nefretê dike. Lê em dixwazin bila biryar wijdanan neêşîne.”

Li gorî qanûnê divê bê berdan

Parêzera Leyla Guven, Reyhan Yalçindag Baydemîr jî xwest ku biryara li dijî hiqûqê bi dawî bibe û ev tişt anîn ziman: “Piştî 24'ê hezîranê, Guven weke parlamenter hate hilbijartin û li gorî xala 83’emin a Qanûna Bingehîn destnedayîna wê heye. Ez dixwazim ku Leyla Guven bê berdan û darizandina wê jî bê sekinandin.”

Heyeta dadgehê daxwaza Yalçindag red kir û xwest ku dosyeya ‘Muxalefeta meş û civînan’ bê cudakirin.

‘Yên ku hûn weke sûc dibînin ji bo me ne sûc in’

Piştre jî dozgerê danişînê xwest ku girtina Guven dewam bike û kêmasiyên di dosyeyê de jî bên temamkirin. Guven li dijî mutalayê mafê axaftinê girt û bertek nîşanî tewanên der barê wê de. Guven destnîşan kir ku tiştên ku îro dozger dibêjin ‘sûc in’ ji bo wan ne sûc in û wan tenê mafê xwe bi kar anîye. Guven got ku dê rojekê dozger jî hewceyê vê bibin.

Mudaxaleya li dijî hiqûqê

Parêzer Yalçindag Baydemîr jî diyar kir ku biryara girtina Guven, biryareke kêfî ye û ev nirxandin kir: “Heke Guven îro neyê berdan, dê mudaxeleyek li dijî hiqûqê bê xwendin. Ez careke din daxwaza berdana muwekîla xwe dikim.” Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir û bi boneya kêmasiyên di dosyeya dozê de bên temamkirin, danişînê taloqî 7’ê mijdarê kir.

‘Maf, edalet û hiqûq nemaye’

Piştî danişînê, parlamenter û rêveberên KCD, HDP û DBP’ê li ber deriyê edliyeya Amedê daxuyaniyek da. Hevserokê KCD’ê û parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk bertek nîşanî biryara ji bo Guven da û wiha got: “Dadger û dozger li gorî qesrê tevdigerin. Çawa ku ferman didin wan, wisa tevdigerin. Li vir maf û edalet û hiqûq nemaye. Bila nebêjin dê Leyla Guven di nav çar dîwaran de bê mehkumkirin. Vîna dadger û dozgeran mehkumî nav çar dîwaran bûye. Em ê hevala xwe Leyla Guven û hemû girtiyên azadiyê û Tirkiyeyê azad bikin.”

Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyigît jî da zanîn ku hemû dozger û dadger ketine bin bandora desthilatdariyê û li Tirkiyeyê ne serdestiya hiqûqê, tenê ya desthilatdaran heye. AMED

Albuma Nûçeyê