POLÎTÎKA

Gund bi gund mal bi mal

Dem : 31 Avrêl 2018 Pêncşem

Zeynel BULUT / Qers

Bi nêzîkbûna hilbijartinên 24’ê hezîranê HDP’ê lez dan xebatan. HDP’î li her derê gund bi gund, mal bi mal digerin û rastî eleqeyeke mezin tên

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo hilbîjartînê pêşwext ên 24’ê hezîranê xebatên xwe didomîne. Namzetên parlementerîyê yên HDP’ê jî li bajarên xwe yên ku hatine destnîşankirin dixebitin. Li gorî bernameya ku danîne pêşiya xwe li malan digerin, esnafan ziyaret dikin, diçin gund û navçeyan. Li Qersê jî namzetên HDP’ê Ayhan Bîlgen, Arzu Moco û Bişar Alinak lez dane xebatên xwe û bi gel re tên cem hev. Namzedên HDP’ê yên Qersê Bîlgen, Moco û Alinak di der barê hilbijartinên pêşwext û xebatên xwe de jî rojnameya me re axîvîn.

Ayhan Bîlgen diyar kir ku ev hilbijartin dê gel çarenûsa xwe diyar bike. Bîlgen da zanîn ku êdî tehamula gelan ji bo vê desthilatdariyê nemaye û anî ziman ku ew bi hêvîne ev rewşa ku Tirkiye ketiye bi têkçûna vê desthilatdariyê biguher e. Bîlgen destnîşan kir ku bi taybetî herêma Serhedê ji aliyê dewlet û desthilatdariê ve ji her tiştî bêpar hatiye hiştin. Bîlgen bal kişand ser aboriya Qersê jî û ev tişt vegot: “Aborî felc bûye û li ber qedandinê ye. Bê guman dê ev yek bandorê li hilbijartinê jî bike.” Bîlgen li ser vê rewşa heyî da zanîn ku her kes dengê xwe bide HDP’ê û bendewariya wan jî di vî warî de ye û wiha pê de çû: “Çavdêriyên me yên li ser civakê ew e ku dê HDP encama hilbijartinên 7’ê hezîranê derbas bike. Lewre wekî her deverên din li Qersê nerazîbûnek mezin li dijî tifaqa AKP û MHP’ê heye.”

Eleqeyek baş heye

Namzeda HDP’ê ya di rêza duyem de Arzû Moco ye. Moco li gorî bernameya rêxistina bajêr a HDP’ê amede kiriye tevli xebatan dibe. Mal bi mal digere, hewl dide xwe bigihîne her kesî. Li xwe xebatên xwe yên hilbijartinê û eleqeya gel Moca ev tişt anî ziman: “Îro li bajarê mîna Qersê tenê HDP xîtabî hemû pêkhateyên bajêr dike. Lewre Qers bajareke pirçandî ye. Gelek netew û bawerî li vir dijîn. HDP bi xwe jî projeya gelan e. Yanî her kes dikare xwe tê de bibîn. Ji ber vê yekê jî eleqeyek gelekî baş ji bo HDP’ê heye.”

Êdî gel naxape

Hikûmeta AKP’ê bi salan e bi rêya ol gelan dixapîne. Ev rewş ji bo Qersê jî derbasdare. Moco derbarê polîtîkayên xapandinê yên AKP’ê jî ev tişt anîn ziman: “Êdî baweriya gelan bi vê desthilatdariyê nemaye. Lewre komkujî di serdema vê hikumetê de hatin kirin, di serdemek din de nehatine kirin. Qirkirina siyasî herî zêde di serdema AKP’ê de pêk hat. Ji derveyî diyaneta di bin destê wê de û li gorî fermana Erdogan tev digere hebûna tu ol û baweriyeke din qebûl nake. Dîsa aborî di rewşa xwe ya herî kambax de ye. Gel vê yekê dibîne, yê kor ew in ku civakê nabînin. Lê em di wê baweriyê de ne dê gel bersiva herî xurt di vê hilbijartinê de bide.”

Dê lîstikên wan xera bikin

Namzetê din yê HDP’ê jî Bişar Alinak e. Alinak di sala 1983’yan de li navçeya Dîgora Qersê ji dayik dibe. Zewîcandî ye û du zarokên wî hene û li Qersê parêzeriyê dike. Alinak sedema namzetîya xwe wiha ragihand: “Piştî rewşa awerte û KHK’yan ji gelek bêhiqûyan re bûme şahid. Min dît ku edalet û hiqûq di destên desthilatdariyê de wek amûrekî çewisandinê tê bikaranîn. ji ber wê jî min xwest di qada siyasî de têkoşîna vê yekê bikim. HDP di nav xwe de hemû pêkhateyan dihewîn e.”

AKP hatiye ser xeta MHP'ê

Her wiha Alinak balê kişand ser tifaqa faşîst û wiha bi dawî kir: “Dema em rûpûşa AKP’ê daxin di bin de MHP derê û dema em rûpêşa MHP’ê jî daxin dê AKP derê. Li gorî min AKP hatiye ser xeta MHP’ê. Ev yek ji bo gelê kurd mînakeke biçûk e. Erdogan dibêje pirsgirêka min bi kurdan re tuneye lê dagirkeriya Efrîn û mudaxeleya referanduma Başûr çi nakokî ye. Ev yek nîşaneya aşkera ya dijminatiya gelê kurd e. Em di wê baweriyê de ne dê gelê kurd bersiva vê di sindoqan de bide.”

Albuma Nûçeyê