CÎHAN

Greva karkerên li Îranê didome

Dem : 11 Tebax 2018 Şemî

Li Îranê xebatkarên rêya hesin ji 20’ê tîrmehê ve di grêvê de ne. Komeke xebatkaran got heta ku daxwazên wan bi cih bên ew ê grêvê bidomînin. Xebatkarên rêya hesin ev du meh in heqdestên xwe nastînin, bi vê mebestê ji 20’ê tîrmehê ve li Arak, Azerbaycan, Îsfexan, Horosan, Lorîstan û Zencanê grêvê dikin.

Li ser navê çalakgeran daxuyaniyek hate dayin û hate gotin ku bi hezaran xebatkarên rêya hesin yên bepirs bi taloqkirî mûçeyên xwe distînin. Çalakgeran diyar dikin ku divê kontrata kar a domdar çêbibe, dawî li karavêtinê were, ewlehiya wan a tenduristiyê pek were û her wiha mafê wan ên sendika û grêvê were nasîn.

Li Îranê ne tenê xebatkarên rêya hesin, bi sedan xebatkarên qamişa şekir Haf Tapehê ji, roja şemiyê ji ber ku cara duyemîn mûçeyên wan tên derengxistin çalakî kir. Xebatkarên Haf Tapehê bi mehan e pereyên xwe nastînin. TEHRAN

Albuma Nûçeyê