NÛÇE

Greva girtiyên PKK û PAJK’î ket roja sêyan

Dem : 14 Îlon 2018 În

Greva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK û PAJK’î ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berdana girtiyên nexweş, 12’ê Îlonê dabû destpêkirin, di roja sêyemîn de didome. Tê payîn ku çalakiya greva birçîbûnê dê îro bi dawî bibe

Bi armanca rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berdana girtiyên nexweş ên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi hezaran girtiyên PKK û PAJK’î yên li temamiya girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê di roja 12’ê Îlonê de ketibûn greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan.

Têkildarî mijarê li ser navê girtiyên PKK û PAJK’ê Denîz Kaya daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û di daxuyaniyê de diyar dikir ku ji bo rakirina tecrîdê, berdana girtiyên nexweş û dermankirina wan ew dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan a hişyarkirinê dikin.

‘Dê faşîzm têk biçe’

Denîz Kaya di daxuyaniyê de di got ku weke girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li zindanên Tirkiye û Kurdistanê, wan li dijî îşkenceya tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi salan li ber xwe dan û serî netewandin. Kaya destnîşan kir ku faşîzma ku dixwest bi rêya zindanê gel tasfiye bike, çawa ku bi berxwedana 14'ê tîrmehê têk çû, dê niha jî têk biçe.

Dê li ber xwe bidin

Di dawiya daxuyaniyê de jî Kaya ev tişt bi raya giştî re parve kiribûn: “Em tecrîda li ser Rêbertî tu caran qebûl nakin. Hevalên me yên nexweş ji ber ku nehatin dermankirin, jiyana xwe ji dest dan. Li dijî her kiryarên faşîzma AKP-MHP'ê, em ê tu carî tawîzê nedin û em ê li ber xwe bidin.”

Çalakiya greva birçîbûnê ku di 12’ê îlonê de hatibû destpêkirin, tê payîn ku îro bê bidawîkirin.

Albuma Nûçeyê