POLÎTÎKA

Goran dê piştgiriyê bide hemû hêzên kurd

Dem : 10 Tîrmeh 2018 Sêşem

Endamê Civata Niştimanî yê Tevgera Goran Karwan Haşim der barê gefên Wezîrê Karên Derve yê tirk Mevlut Çavuşoglu ku gotibû ‘Rêveberiya Hewlêr û Bexda piştgiriya êrîşên me yên li ser PKK’ê dikin’, wiha got: “Lê Tevgera Goran û YNK piştgiriya PKK’ê dikin û wê berdêla vê bidin.”

Haşim aşkera kir ku li her çar parçeyên Kurdistanê ligel bidestxistina mafên gelê kurd in û wiha got: “Tu hêz nikare xewnên gelê kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê ji nedîtî ve were. Lewma em li her çar parçeyên Kurdistanê ligel çareseriya aştiyane ne.” Her wiha Haşim helwesta hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê a li hemberî dewleta tirk rexne kir û got ku berpirsyar ev her du hikûmet in. SILÊMANÎ

Albuma Nûçeyê