NÛÇE

Girtiyên ketin greva birçîbûnê xistin hucreyê!

Dem : 17 Îlon 2018 Duşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 ya Xarpêtê ji bo ku tev li çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û ji bo berdana girtiyên nexweş, girtî xistin hucreyên yekkesî

Rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst binpêkirinên xwe yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam dikin. AKP-MHP a ku dixwaze rejîma otokrat li ser hemû gelên Bakur û Tirkiyeyê mayîn de bike, li ser gelên Kurdistan û Tirkiyeyê zilmeke bê eman dimeşîne. Di vê çarçoveyê de li dijî çalakiyên herî biçûk jî bêtehemûliyeke mezin nîşan dide û êrîş dike. Yek ji qadên ku herî zêde rastî van êrîşan tên jî girtîgeh in.

Rojane li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê agahiyên binpêkirinên mafan tên. Rayedar û gardiyanên li girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê cesaretê ji rejîma faşîst digirin, li dijî girtiyan binpêkirinên kêfî dikin. Li hemberî binpêkirinan jî girtî çalakiyên cur bi cur li dar dixin. Herî dawî jî di 12’ê îlonê de ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berdana girtiyên nexweş ên PKK û PAJK’î li hemû girtîgehan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kiribûn.

Ji ber çalakiyê ceza kirin!

Hat zanîn ku girtiyên li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 2 ya Xarpêtê ji ber ku li dijî tecrîdê û ji bo berdana hevalên xwe yên nexweşên girtî ketine greva birçîbûnê rastî ceza hatine. Girtiyan bi rêya malbatên xwe dan zanîn ku li hemberî çalakiyan wan, rêveberiya girtîgehê di serî de qawîşên wan guherandine û piştre jî ew xistine hucreyên yek kesî. XARPÊT

Albuma Nûçeyê