NÛÇE

Girtîgeh veguherandine îşkencexaneyan

Dem : 25 Îlon 2018 Sêşem

Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 ya Xarpêtê bi rêya malbatên xwe ragihandin ku rastî îşkenceyê tên. Girtiyan da zanîn ku rastî lêdan û cezayên hucreyê tên û mafên wan tên binpêkirin. Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Patnosê jî da zanîn ku ji ber bêhna ku ji ava vexwarinê tê gelek hevalên wan jehrî bûne û rewşa gelek girtiyên nexweş jî di xetereyê de ye

Zext û zordariya hêzên dewletê yên li ser girtiyên di girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewa in. Di vê çarçoveyê de girtiyên li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 ya Xarpêtê bi rêya malbatên xwe ragihand ku gardiyan her tim bi ser qawîşên wan de digirin û êrîşî wan dikin. Her wiha girtiyên li Girtîgeha Tîpa L ya Patnos a Agiriyê jî ragihandin ku rastî îşkenceyên giran tên û ji ber ku bêhna kanalîzasyonê ji ava wan a vexwarinê tê, jehrî bûne.

Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Hejmara 2 ya Xarpêtêbi rêya malbatên xwe binpêkirinên li girtîgehê ragihandin. Girtiyan diyar kir ku îşkence, mûameleya xerab û binpêkirinên mafan ên li girtîgehê zêde bûne. Her wiha girtiyên ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berdana girtiyên nexweş di 12’ê îlonê de ketibûn greva birçîbûnê ya sê rojan, rastî êrîşa gardiyanan hatin û xistin hucreyên yekkesî. Girtî hîn di hucreyan de tên girtin û rastî lêpirsînên disîplînê hatin.

Binpêkirinên li girtîgehê

Der barê mijarê de malbaran destnîşan kir ku gardiyan pir zêde bi ser qawîşan de digirin û ev agahî dan: “Zarokên me rastî êrîşan tên û tên derbkirin. Her wiha gardiyan dest danin ser nîşeyên wan. Bi awayekî keyfî qawîşên wan ten guhertin. Hevdîtinên bi telefonê jî tên astengkirin. Dema ku girtî bi malbatên xwe re di axivin ji nişkan ve telefon tê qutkirin. Her wiha destûrê nadin ku girtî li qadên hevpar bên cem hev. Rêveberiya girtîgehê jî bersiva daxwaznameyên wan nade. Girtiyan banga hestiyariyê li rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî, sazî û dezgehên civaka sivîl kirin.”

Rewşa hinek girtiyan di xetereyê de ye

Her wiha girtiyê li Girtîgeha Tîpa L ya Patnosê jî bi nameyekê binpêkirinên li girtîgehê vegotin. Girtiyan daxuyand ku pirsgirêkên tenduristiyê zêde bûne û ev agahiye dan: “Nexweşiyên di nava girtiyan de pir zêde bûne. Rewşa hin hevalên me jî pir lezgîn e. Lê nahêlin ku hevalên me biçin nexweşxaneyê. Bijîk li revîran nînin û hevalan jî dernaxînin revîrê.”

Lêgerîna tazî li ser girtiyan ferz dikin

Di berdewamê de jî girtiyan balkişand ser pirsgirêka avê û wiha gotin: “Pirsgirêka me ya avê pir cidî ye. Ji me ya vexwarinê bêhna laximê tê. Hevalên me bi dehan caran ji ber vê jehrî bûn. Hevalên me yên ku jehrî bûn û rakirina nexweşxaneyê, bijîşkan jê re got; ‘ji ber avê hûn jehrî bûne.’ Lê tevî vê rayedarên girtîgehê tiştek nekirin. Hevalên me yên ku nû hatin jî lêgerîna tazî li ser ferz dikin. Wan îşkence dikin, derb dikin û di hucreyên yekkesî tên girtin.”

Bang li raya giştî kirin

Di dawiya nameyê de jî girtiyan wiha got: “Êrîş û heqaretên ku rûmeta mirovan dişikînin dikin. Radyoyên me desteser kirin û rojnameyan nadin. Bi tu awayî daxwazên me qebûl nakin û bi demê re dihêlin. Destûrê nadin em di qadên civakî de bên gelhev û aktîvîteyên xwe yên civakî pêk bînin. Kapasîteya qawîşan 16 kesin, lê heya 32 kesan jî dixwin yek qawîşê de. Em bang li parêzer, parlamenter, parazvanên mafên mirovan û rêxistinên mafên mirovan dikin ku ji bo lêkolînkirina binpêkirinan, bên girtîgehê lêkolînê bikin.”

Îdia piştrast kirin

Li ser van îdiayan nûçegihanên MA’yê li rêveberiya girtîgehê geriyan. Rayedaran îdiayên der barê avê de piştrast kirin lê bersiva pirsa ji bo birina nexweşxanayê ya girtî, nedan. XARPÊT - AGIRÎ

Albuma Nûçeyê