NÛÇE

Girtî Ozelmali: Ne piştî mirinê, niha xwedî derkevin

Dem : 26 Kewçer 2018 În

Hamdullah KESEN/EDENE-MA

Greva birçîbûnê ya ku girtiyê nexweş Kemal Ozelmali dabû destpêkirin, di roja 29’emîn de berdewam dike. Parêzera Ozelmali Zelal Demîray da zanîn ku Ozelmali êdî wê jî nas nake û banga Ozelmali wiha ragihand: “Ozelmali banga li raya giştî kir û got; ‘Ne dema ku ez mirim, niha xwedî derkevin.’”

Girtiyê bi navê Kemal Ozelmali ku ji ber şert û mercên girtîgehê bi nexweşiya Wernicke Korsakoff lê peyda bûye û di Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê de dimîne, ji bo bê berdana xwe ev 29 roj in di greva birçîbûnê de ye. Herî dawî jî berdevka Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Edeneyê parêzer Zelal Demîray di 23'ê cotmehê de bi Ozelmali re hevdîtin kir. Demîray têkildarî rewşa Ozelmali axivî û got ku rewşa wî her ku diçe xerabtir dibe.

Zelal Demîray anî ziman ku ji ber rojiya mirinê ya di salên 90'î de, nexweşîya Wernicke Korsakoff li Ozelmali peyda bûye û ev agahî da: “Di nav Lîsteya Girtiyên Nexweşîya Wan Giran a ÎHD'ê de ye. Meh û nîvek berê min bi Ozelmali re hevdîtin kir. Tevî nexweşiya Wernicke Korsakoffê, hin nexweşiyên weke nexweşiya gurçikan, prostat û kêmbihîstinê jî lê peyda bûne. Di hevdîtinê de diyar kir ku êdî ew nikare di nava şert û mercên heyî de bijî û ger ev şert neyên başkirin dê dest bi greva birçîbûnê bike. Me piştre jî zanî ku dest bi grevê kiriye.”

Êdî parêzer jî nas nake

Di berdewamê de jî Demîray anî ziman ku ji bo sewqa Saziya Tiba Edlî wan serî li Dozgeriya Girtîgeha Kurkçulerê daye û wiha derbirî: “Lê tevî ku 3 hefte bi ser re derbas bûn jî hîn bersiv nehatiye dayîn. Di 23'yê cotmehê de min careke din bi Ozelmali re hevdîtin kir. Lê ez nas nakirim. Taybetiya herî mezin a Wernicke Korsakoffê jî ew e ku mirov ê hemberî xwe nas nake. Ji ber ku tiştên nû li hiş nayên tomarkirin. Beriya grevê rewşa hinek baştir bû. Lê niha pir zeîf bûye û kîloya wî ketiye 48-49’an. Heta ku bi cihekî negire, nikare bimeşe. Pir baş nikare bêhnê bistîne û bêhal e."

Rewşa Ozelmali nebaşe

Herî dawî jî Zelal Demîray wiha got: “Bijîşkê ku lê dinihêre her tim dibêje ku ger dest ji grevê bernede de dê bimre. Ozelmali dibêje ku wî vala dibin nexweşxaneyê û ev eziyet e. Ji ber ku nikare bimeşe, kursiyên bi teker dibin nexweşxaneyê. Em dixwazin mîna girtiyên din ên nexweş, Ozelmali jî bê berdan. Ji bo vê jî em ê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin. Weke tu zanîn di demên dawî de ji ber ku tevdîr nayên girtin, li girtîgehan mirina girtiyan zêde dibe. Halîme Gulsu, rapora wê winda bû û ji ber vê derman nedanê. Koçer Ozdal, nexweşîna pençeşêrê lê peyda bû. Mûsa Gulbeyaz, ceza jî lê nehatibû birîn û gelek girtiyên din. Daxwaza Kemal Ozelmali ya ji raya giştî jî ev e; 'Ne dema ku ez mirim, niha xwedî derkevin.’”

Albuma Nûçeyê