NÛÇE

Girtî bi destê midûrê girtîgehê tên îşkencekirin

Dem : 09 Sermawez 2018 În

Rûken DEMÎR/ÎZMÎR - MA

Girtiyên nexweş ên li Girtîgeha Tîpa Me ya Manîsayê bi nameyekê ragihand ku bi fermana midûrê girtîgehê tên îşkencekirin. Girtiyan da zanîn ku lêgerîna tazî û  jimartina li ser pêyan li ser wan tê ferzkirin û rastî lêdana midûr û gardiyanan tên. Girtiyan banga hestiyariyê li raya giştî kir

Girtiyên nexweş Ozgur Bektaşoglû (43) ku ji sedî 52 berasteng e û felce, girtiyê nexweş Mehmet Tekîn ku di mejiyê wî de tûmor heye, Şemsettîn Erdem û Ozgur Çelîk ku li Girtîgeha Tîpa M ya Manîsayê dimînin, ji Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê re name şandin û bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê.

Di nameyê de girtiyan da zanîn ku der barê wan de tu cezayên disîplînê nînin û wiha domand: “Lê îdareya girtîgehê em xistin hucreya A-24 ku jê re dibêje qawîş. Li girtîgehê li qawîşa C-16'an girtiyên siyasî hene. Cih li qawîşa C-16'an heye lê nahêlin em biçin wir. Kapasîteya qawîşa C-16'an 20 kes e lê niha 13 kes lê dimînin. Îdareya girtîgehê derpêş dike ku cih lê tune ye. Ji roja ku em anîne Girtîgeha Manîsayê, em bi îşkenceya fizîkî û derûnî re rû bi rû ne. Ji ber hevalê me Şemsettîn Erdem li hemberî îşkenceya tazî derketiye, wî ji ser hiş birine. Bi lêgerîna tazî gef li hevalên me yên din xwarine. Hema bêje her roj di dema jimariyê de bi darê zorê girtiyan radikin ser pêya. Carnan li ber çavê midûrê girtîgehê û bi fermana wî em tên îşkencekirin.”

Cezayên cur bi cur li girtiyan dibirin

Di berdewamê de jî girtiyan destnîşan kir ku ji bo rewşa heyî wan serî li Serdozgeriya Komarê daye û wiha gotin: “Lê hîn jî serlêdana me nehatiye bersivandin. Hema bêje her roj bi îdiaya ‘li hemberî jimartinê derdikevin dirûşman berz dikin’ , lêprisîn tên vekirin û cezayên disîplînê didin. Heta niha der barê her hevalekî de 7-8 lêprisîn hatine vekirin û herî kêm jî 4 cezayên disîplînê. Piraniya cezayan ên ragihandin û serdanê ne. 10 roj cezayê disîplînê li hevalê me Şemsettîn Erdem birîn. Li gorî girtekên tên nivîsandin der barê me de gelek lêpirsîn hatine destpêkirin. Dê gelek ceza bên birîn. Bi vê yekê re rêveberiya girtîgehê dixwaze serî bi me bide tewandin û înfazê  me bişewitîne.”

Gelek caran hatine îşkencekirin

Girtiyan da zanîn ku herî dawî di sibeha 2'yê mijdarê de bi fermana midûrê duyem ê girtîgehê 10 deqeyan hatine îşkencekirin û wiha domand: “Destê me ji paş ve xwar kirin û serê me danîn erdê. Dema ku me dirûşm berz kirin, careke din îşkence kirin. Heta niha bi vî awayî em 3-4 caran hatine îşkencekirin. Midûrê yekem ê girtîgehê bi hinceta daxwaza me yan jî daxwaznameyên me tune ne, nahêle em hevdîtinê bi dozger re çêbikin. Herî dawî di jî 5'ê mijdarê de daxwaza me ya ji bo hevdîtina bi dozger re hate qebûlkirin. Hevalê me Ahmet Tekîn ji bo hevdîtinê çû û tiştên tên serê me ji dozger re gotin. Lê belê di êvara heman rojê de gardiyanan bi awayekî tund êrîşî me kir. Di dema jimartinê de bi kamerayan dikevin hundir û dibêjin ‘rabin ser pêya' û piştre jî kamereyan digirin û êrîşî me dikin. Di sibeha 7’ê mijdarê de midûrê duyem tevî çend sergardiyan û 20 gardiyanan hat û heman tişt kirin.”

‘Tu ewlehiya me nîne’

Nameya girtiyan wiha bi dawî dibe: “Di êvara 6'ê mijdarê de xwarin nedan me û di sibeha 7'ê mijdarê de jî dest danîn ser sandalyeyên me. Ev çewisandin her ku diçe zêdetir dibin. Ango tu ewlehiya me tune ye. Di mêjiyê hevalê me Mehmet Tekîn de tumor heye û di hucreyê de ye. Hevalê me Ozgur Bektaşoglû jî felce û rapora wî ya ji sedî 52 berasteng e heye. Di dema jimartinê de bi darê zorê vî hevalê me radikin ser pêya û îşkence dikin. Ji bo van pirsgirêkan di demên berê de jî me serî li hin saziyan dabû. Lê em nizanin ka ji bo vê tiştek hatiye kirin an na. Lê her roj gef li me tên xwarin. Ji ber ava germ li hucreyê tune ye em bi ava sar serê xwe dişon. Nêzî mehekê ye em nikarin biçin revîrê. Hin derman hene divê em wan bi kar bînin. Lê her çend ku me daxwazname nivîsand jî, nadin. Wisa dixuye ku piraniya daxwaznameyên me nagihin cihê xwe. Em têkildarî mijarê bang li raya giştî dikin ku têkildarî mijarê bi hestiyarî tevbigerin.”

Albuma Nûçeyê