NÛÇE

Gerîlayên HPG’ê li Çewlîkê kontrayekî ceza kir

Dem : 10 Tebax 2018 În

Çalakiyên gerîlayan li dijî artêşa tirk didomin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan de agahî da.

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan di 7’ê tebaxê de li girê Şerefiyê ya girêdayî Şirnexê li dijî artêşa tirk çalakiyeke segvanî pêk anîye û leşkerek hatiye kuştin û ev agahiyan parve kir: “Di 28’ê tîrmehê de hêzên me li nêzî gundê Deywanê ya Şirnexê li dijî xeta rageşiya zêde ya bendava Ilisuyê çalakiyek sabotajê pêk anî û xeta rageşiya zêde hatiye rûxandin.

Her wiha HPG’ê ragihand ku di 5’ê tebaxê de li gundê Melkan ê bajarokê Sancakê yê Çewliîkê kontrayekî bi navê Ahmet Nebî ji hêla hêzên wan ve hatiye cezakirin û gerîlayan dest daniye ser demanceya wî. BEHDÎNAN

Albuma Nûçeyê