CÎHAN

Gerasimov û Dunford li ser Sûriyeyê axivîn

Dem : 10 Pûşper 2018 Yekşem

Sererkanê Rûsyayê Valeriy Gerasimov û hemkarê wî yê amerîkî Joseph Dunford li paytexta Finlandiya Helsinkiyê hatin ba hev.

Wezareta Berevaniya Rûsyayê der barê hevdîtinê de ragihand ku her du sererkanan li ser mijara Sûriyeyê, rawestandina tundiyê û rêyên çareserkirina krîza Sûriyeyê axivî ne. Her du aliyan girîngiya dawîanîna rageşiya li Sûriyeyê ya demildest anîn ziman. Hat ragihandin ku herwiha Gerasimov û Dunford di hevdîtinê de li ser kêmkirina rageşiya li Ewropayê û dabînkirina ewlekariyê jî rawestiyane.

Hevdîtina Pûtîn û Trump

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku dê hevdîtina wî ya digel Serokê Amerîkayê Donald Trump çêker be. Pûtîn di bernameya Rossiya 24’ê de li ser hevdîtineke digel Trump nirxandinek kir. Pûtîn got ku ew difikire ku dê hevdîtina ligel Trump avakar be. Serokê rûsî wiha axivî: “Trump kesayeteke hurmetdar e. Xweşik li mirovan guhdar dike û li hember argumanên beramberê xwe xwedî helwest e. Ev hemû dihêlin, ez bifikirim û baweriyê pê bînim ku dê dîyaloga navbera me avakar bibe.” HELSÎNKÎ

Albuma Nûçeyê