NÛÇE

Gelo rejîma Îranê amadekariya çi dike?

Dem : 14 Îlon 2018 În

Rejîma Îranê piştî civîna sêalî ya li Tehranê, liv û tevgera xwe ya li dijî gelê kurd zêdetir kir. Hat zanîn ku rejîma Îranê hêzeke mezin a leşkerî sewqî herêmên ser sînor ên Merîwan, Bane, Serdeşt û Pîranşara ya Ûrmiyeyê kir. Bi dewleta tirk re hemwext jî herêma Bradostê topbaran kir û tetbîqatên leşkerî pêk anî

Bi armanca guftûgokirina rewşa Idlibê, di navbera dewleta tirk, Rûsya û Îranê de di 7’ê îlonê de li Tehranê civînek hat lidarxistin. Di civînê de her çiqas Idlib weke mijareke sereke hatibû destnîşankirin jî, di peyamên civînê de derket holê ku lihevkirinên esasî yên di navbera dewleta tirk û Îranê de li ser dijberiya gelê kurd e. Di vê çarçoveyê de jî rojek piştî civînê ango di 8’ê îlonê de rejîma Îranê ciwanên kurd Ramîn Hisên Penahî, Zanyar Mûradî û Luqman Mûradî qetil kirin. Di heman rojê de bi fuzeyên katyûşayê êrîşî baregehên HDK û PDK-Î yên li Koye kir û 17 kes qetil kirin.

Dewleta Îranê ya ku di heman rojê de bi herêmên Bradost û Qendîlê bombebaran kirin, niha jî sewqiyateke mezin a leşkerî ber bi herêmê ve dike. Li gorî agahiyên ji herêmê, rejîma Îranê ji Merîwan, Bane, Serdeşt heta Pîranşara Ûrmiyeyê dest bi sewqiyeteke mezin a leşkerî kiriye. Hat zanîn ku gelek nuqteyên nû yên leşkerî jî li ser sînorê di navbera rojhilat û başûrê Kurdistanê de tên çêkirin.

Gelek hêz li ser sînor bi cih kir

Çavkaniyên ji herêmê ragihandin ku hêzên leşkerî yên ku li ser sînorê Merîwanê hatine bicihkirin, hêza ku di dema şerê Qendîlê de li dijî PJAK’ê şer kiriye ye. Hat zanîn ku rejîma Îranê ji xeta Merîwanê ku dikeve ser sînorê navçeya Pêncwên a Silêmaniyê heta Pîranşarê ku hevsînorê Berbizina û Kelaşîn a girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye gelek hêz bicih kiriye.

Tetbîqatên leşkerî pêk anîn

Weke ku tê zanîn ku bi tevlêbûna gelek partiyên kurd ên li rojhilatê Kurdistanê, gelê Rojhilat ji bo protestokirina bidarvekirina ciwanên kurd protesto lidarxistibûn. Hat zanîn ku ji bo çavtirsandina gel, rejîma Îranê li navenda Bane û Ûrmiyeyê tetbîqatên mezin ên leşkerî pêk anîne û di tetbîqata leşkerî de sirûda ji bo dema şerê di navbera Iraq û Îranê de hat vekirin.

Êrîşên hemwext pêk anîn

Bi vê liv û tevgera leşkerî ya rejîma Îranê re, dewleta tirk jî herêma Bradostê topbaran kir. Li ser vê yekê jî rejîma Îranê topxaneyên ser sînorê herêmê bombebaran kirin. Di sala 2011’an de jî heman herêm ji aliyê Îran û Tirkiyeyê ve bi awayekî hemwext hatibû bombebaran û topbaran kirin. SILÊMANÎ - ROJNEWS

Albuma Nûçeyê