NÛÇE

Gelê Başûr: Em ê rê nedin êrîşa li dijî Qendîlê

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

Nerazibûn û bertekên li dijî operasyonên hewayî yên li dijî Qendîlê zêde dibin. Danê sibehê gelek kes li Silêmanî li hev civiyan û ji bo gefên Tirkiye yên leşkerî şermezar bikin, berê xwe dan Qendîlê.

Rêveber û endamên Tevgera Azadî, Eniya Gel a Demokratîk, REJAK, Tevgera Çand û Hunerê ya Demokratîk ber destê sibehê bi 2 otubusan berê xwe dan Qendîlê. Pêşmergeyên Dêrîn, helbestvan û hunermend jî di nava komê de hene.

Girseya gel wê di ser Dûkan û Ranya re xwe bigihîne Qendîlê û konê çalakiyê yê ciwanan ziyaret bike. Piştre jî wê daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz a Başûrê Kurdistanê, çend roj berê çûn Qendîlê û dest bi çalakiya "Mertalên Zindî" kirin. Çalakiya ciwanan dewam dike. SILÊMANÎ

Albuma Nûçeyê