EKOLOJÎ

Gelaşên plastîk jiyanê diherimîne

Dem : 28 Avrêl 2018 Duşem

Gelaşê plastîk ji ber zûbizû li ser rûyê erdê tune nabin jiyana xwezayî di asteke metirsîdar de tehdît dike. Hem xwezayê qirêjî dike, hem zirerê dide tendûristiya mirovan hem jî jiyana lawiran vediguherîne dojehê. Hinek wêneyên ku hatine kişandin vê pir baş radixe berçavan.

Kovara National Geographic a li Îngilistanê weşanê dike, wêneyan gelaşên plastîk ên li çar aliyê cîhanê di behr, oqyanûs, çem û qeraxan de çawa jiyana xwezayî tehdît dike, berhev kir. 

Di van wêneyan de zindewar an li van gelaşê plastîk dieliqin yan jî daqurtînin. Ev jî nîşan dide ku herî zêde ev lawir zirareke mezin dibînin.

Wêneyê vê leglega di nava poşêtê de asê maye li Îspanyayê hatiye kişandin. Lê, ne tenê ev legleg bi milyonan lawirên mîna vê ji ber van gelaşên plastîk an dimirin yanjî rûbirûyê rewşeke wisa zehmet dibin. Gelaşê plastîk di xwezayê de tune nabin. Ji lewma kîseke plastîk dikare bibe sedeme gelek zindiyan.

Ev wêneyê kîsoyê avê li qeraxê Behra Spî ya Îspanyayê hatiye kişandin ku li tevneke plastîk ya masîgirekî eliqiye û hewla rizgarbûnê dide. Tora masîgiran ku di avêjin nava behran jiyana kîsoyên avê tehdît dike.

Ev wêneyê kêvjal jî li Girava Okinawa ya Japonyayê hatiye kişandin. Kêvjal xwe xistiye nava qabeke plastîk. Kesên tên van herêman li pişt xwe ev qab û tiştên plastîk dihêlin û paşê jî ev zindiyane di navê de asê dimînin.

Li paytexta Bangladeşê Dakkayê li qeraxa çemê Burîgangayê ev zibaleya ji plastîk kom bûye. Ev jina ku di wêne de heye ji bo ev bermahiyên plastîk hişk bibin li derdor belav dike û kurê wî jî hewl dide alîkariyê bide dayîka xwe. Paşê jî ji bo dûbare were bikaranîn difiroşin kargehên zivirandinê.

Niha jî li bajarê Harar a Etîpyoyê komeke zibale heye û ev lawir jî di navê de ji xw ere li xwarinê digerin.

 

Çemê Kibele ya li navenda bajarê Madrîd ya Spanyayê ji ber şîşeyên plastîk fetisiye.

Hespên avê ji bo ber herikîna avê nekevin xwe bi tiştên xwezayî yên di nava avê de digirin lê, ev hespê avê yê li Girava Sumbawa ya Endonezyayê xwe bi ew darikê plastîk ya paqijkirina guh girtiye. Her wiha têgotin ku hinek masiyên mezin rojane bi sedan parçeyên plastîk daqurtînin.

6.3 milyon ton gelaşê plastîk heye

Heta roja îro li seranserê cîhanê têgotin ku 8,3 ton plastîk tê çêkirin. Ji niha ve 6,3 milyon ton ê van plastîkan vegûheriye gelaşê.   Hinek welat bi alîkariya jîngehparêzan ji bo gelaşê plastîk kêm biki,n dest bi kêm bikaranîna madeyên plastîk kirine û hewl didin bi alternatîfên cûda ev tehdîta li dijî jiyana xwezayî ji holê rakin. (Çavkanî; National Geographic)

Albuma Nûçeyê