NÛÇE

Gel ne ji PKK’ê ji dagirkeran aciz e

Dem : 05 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Her çiqas dewleta tirk û PDK’ê bi axaftina xwe wekî ku gelê herêma başûrê Kurdistanê bi taybetî yê derdora Qendîlê ji PKK’ê aciz e û ji ber vê hincetê dewleta tirk êrîş dike lê axaftin û nêrînên gel berovajî vê yekê nîşan didin. Gelê herêmên ne ji PKK’ê ji polîtÎkayên PDK’ê ku bi dewleta tirk a dagirker re tevdigere aciz e û gel dibêje ku divê PDK dev jê îxanetê berde û li dijî dagirkeriyê helwesteke cidî nîşan bide. Dayika Hêmin Qadir a li gundê Sînemokê ya girêdayî Qendîlê dijî têkildarî dagirkeriyê axivî û got ku dewleta tirk PKK ku ji zarokên vî gelê pêk tê hincet nîşan dide û êrîş dike. Dayika Hêmin anî ziman ku beriya ku PKK were Qendîlê, mirovên li Qendîlê ji bo dareke fêkiyan jî dilê hev dihiştin û wiha got: “Em ji PKK’ê fêrî parvekirinê bûn. Jiyan li Qendîlê bi PKK’ê xweştir e.”

Li dijî dagirkeriyê bang

 Kurd û erebên Kerkûkê bang li hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê kirin ku li dijî dagirkeriyê rawestin û wiha gotin: “Eger îro bêdeng bin, dê sibe êrîşî Kerkûk, Hewlêr û Silêmaniyeyê jî bikin.”

Welatiyên Xurmal jî daxwaz ji parlamentoya Kurdistanê kirin ku dagirkeriyê bixe rojeva xwe. QENDÎL

Albuma Nûçeyê