NÛÇE

Gel li dijî tecrîdê daket qadan

Dem : 06 Berfanbar 2018 Pêncşem

Bi pêşengiya Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan bi dîrûşma ‘Tecrîdê bişkînin faşîzimê hilweşînin Kurdistanê azad bikin’ bi sedan şêniyên Kantona Kobanê, endamên sazî û dezgehan meş li dar xist. Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir û heta Qada Şehîd Egîd dewam kir. Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat gotin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û xwestin demildest tecrîd bê rakirin.

Bi heman armancî li taxa Xerbî ya Qamişloyê bi pêşengiya PYD û Kongreya Star bi dirûşma ‘Tecrîdê bişikînin faşîzmê têk bibin bi Rêber Apo re azad bijîn’ kona greva birçîbûnê hat vedan. Her wiha piştî Qamişloyê dê çalakiyên greva birçîbûnê li bajarên herêma Cizîrê bidomin. KOBANÊ - QAMIŞLO

Albuma Nûçeyê