NÛÇE

Gefa înfazê li girtiyan dixwin

Dem : 07 Sermawez 2018 Çarşem

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê îşkenceyên li girtiyan di lûtkeyê de ne. Jinên girtî yên li Rihayê bi nameyekê ragihand ku leşkerên li girtîgehê gefa kuştinê li wan dixwin. Her wiha girtiya bi navê Fatma Tokmak jî tevî zarokê xwe yê 2 sal û 5 mehî hate îşkencekirin. Li hêla din jî welatiyê bi navê Emre Can Demîr li ber çavê Dadger ji hêla leşker û polîsan ve tevî bavê wî hatîn lînckirin

Hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê binpêkirinên xwe yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berdewam dikin. Têkildarî mijarê jinên di Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Rihayê bi nameyekê ragihand ku leşkeran gefên kuştinê li wan xwarine. Li Antalyayê jî welatiyê bi navê Emre Can Demîr rastî gefên înfazkirinê yên girtîgehê hat. Girtiya nexweş Fatma Tokmak a li Girtîgeha Bakirkoyê jî rakirin nexweşxaneyê. 

Der barê mijarê de jinên girtî yên li Girtîgeha Jimar 2 ya Tîpa T ya Rihayê têkildarî binpêkirinên li girtîgehê, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re nameyek şand. Di nameyê de girtiyên jin da zanîn ku weke girtiyên siyasî, her tim rastî astengiyên faşîst tên û ev agahî parve kir: “Em bi lêgerînên tazî re rû bi rû dimînin. Dayikeke me ku 65 salî ye, rastî lêgerîna tazî hat û ji ber vê yekê jî derûniya wê xerab bû. Ev pêkanîn, ji bo şikandina rûmeta mirovan e. Tevî giliyên me jî tu tevdîr nehatine girtin. Ev binpêkirin ewqas zêde bûne ku leşker bi hêsanî dibêjin; ‘divê mirov we bikuje, mirov gule berde serê we, hûn terorîst in.’ Ji ber ku em li hemberî van pêkanînan bêdeng namînin, rastî hemû zextan tên. Em banga hestiyariyê li raya giştî dikin.”

Dayik û kurê wê yê du salî hatin îşkencekirin

Her wiha girtiya nexweş Fatma Tokmak a li Girtîgeha Bakirkoyê tê girtin, ji ber ku rewşa wê ya tenduristiyê nebaş bû, di 6’ê mijdarê de bi şev rakirin Beşa Nexweşiyên Sing a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sadî Konukê ya Stenbolê. Der barê mijarê de parêzera Tokmak, Eren Keskîn da zanîn ku Tokmak tevî kurê xwe yê bi navê Azad ku du salî ye rastî îşkenceyê hatiye. Di berdewamê de jî Keskîn wiha got: “Piştî îşkenceyê Tokmak hat girtin. Tokmak ji aliyê DGM’ê ve hat cezakirin. Nexweşiya dil bi Fatmayê re heye. Weqfa Mafên Mirovan rapora nikare di girtîgehê de bimîne, dan. Lê Saziya Tipa Edlî gotibû ku Fatma Tokmak dikare di girtîgehê de bimîne. Fatma niha li nexweşxanê ye û bi mirinê re rû bi rû ye. Wijdan wijdan, wijdan.”

Li ber çavê dadger hat lînckirin

Di 8’ê mijdara 2016’an de jî li Antalyayê di encama operasyonekê de welatiyê bi navê Emre Can Demîr tevî 23 kesan hat binçavkirin û piştre jî bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ tevî 17 kesan hate girtin. Danişîna dawî ya Demîr di 26’ê cotmehê de li Antalyayê hat dîtin û Demîr parastina xwe bi kurdî kir. Der barê mijarê de bavê Demîr, Hasan Demîr axivî û wiha got: “Ji ber ku kurê min bi kurdî parastina xwe kir, parastina siyasî nehat qebûlkirin. Kurê min li ber çavê dadger û mubaşîr ji hêla leşker û polîsan ve hat lînckirin. Di rîngê de jî leşkeran gefa kuştinê lê xwar. Ji ber ku em li dijî vê lîncê derketin, ez jî hatim derbkirin. Gefa ‘em ê te înfaz bikin’ li kurê min dixwin. Tevî ku 15 roj derbas bûn jî hîn şopên îşkenceyê li bedena kurê min hene. Me serî li ÎHD’ê da. Tevî hemû serlêdanan jî rapora derbê ya kurê min tê redkirin.” MA

Albuma Nûçeyê