NÛÇE

Gardiyan dayikan derb kirin

Dem : 08 Îlon 2018 Şemî

Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Şirnexê, di 6’ê îlonê de bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anî lê piştî hevdîtinê, ji ber girtiyê bi navê Ayaz Avşar nîşaneya serkeftinê ji malbata re xwe kir, nîqaş derket. Li ser vê yekê Avşar, Osman Beytur û girtiyek din ê navê wî nehat zanîn, ji aliyê gardiyanan ve li ber çavên malbatên xwe hatin derpkirin. Dayika Avşar, Taybet Avşar, dayika Beytur, Hatîce Beytur û xizmên girtiyê navê wî nehat zanîn ên bertek nîşanê vê rewşê dan jî hatin derpkirin. 

Der barê mijarê de dayik Taybet axivî û bûyerê wiha vegot: “Piştî hevdîtin qediya, xizmên girtiyan li çepikan xistin û tilîlî kirin. Kurê min jî bi nîşaneya serkeftinê bersiv da me. Li ser vê yekê gardiyanan kurê min derp kir. Min xwest ez kurê xwe ji nav destên gardiyanan derbixim. Di wê navberê de derbek li serê min ket û ez ji ser hişê xwe ve çûm. Gava hatim ser hişê xwe, kurê min û girtiyên din biribûn qawişan.” 

Hatîce Beytur jî da zanîn ku li ber çavên wan zarokên wan derp kirine û banga xwedîderketina girtiyan kir.

Her wiha dayikan got ku ew ji rewşa zarokên xwe bi fikar in. ŞIRNEX

Albuma Nûçeyê