CÎHAN

Fransa dê li xwe mikur bê

Dem : 14 Îlon 2018 În

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got ku dê berpirsyariya dewletê ya îşkencekirin û kuştina aktivîstê komunîst Maurice Audin nîşan bide.

Parlementerê partiya piranî desthilat û bîrkarîvan Cedric Villani anî ziman ku wê Serokkomar Macron berpirsyariya dewletê ya ji milîtanê komunîst ê fransî Mauruce Audin ku di têkoşîna serxwebûna Cezaîrê hate kuştin nas bike.

Villani destnîşan kir ku Macron wê biçe serdana hevjîna Audin û go ku ev kêliyên dîrokî ne. Villani ku kesekî nêzî malbata Audin got: “Macron, anî ziman ku bi rastî jî Maurice Audin parçeyek ji her kesê ku bûne mexdûrê pergalê ye binase.” Audi 11’ê hezîrana 1957’an di dema şerê Cezaîrê de , dema ku Cezaîr di bin mêtingeriya Fransayê de bû li mala xwe hate kuştin. PARÎS

Albuma Nûçeyê