CÎHAN

Fînlandiya çekan dide dîktatoran

Dem : 07 Tîrmeh 2018 Şemî

                                                                           Mûrat KÛSEYRÎ / STOCKHOLM

Fînlandiya çekan difiroşe Tirkiye ya ku mafên mirovan binpê dike û Efrîn dagir kiriye. Ji ber firotina çekan a Fînlandiyayê partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl nerazîbûnên mezin nîşan dan

 

Li gorî rapora SaferGlobes ku saziyeke alîgirê aştiyê ye, Fînlandiyayê di navbera salên 2002-2016’an de bi du qatan zêdetir çek firotiye. Fînlandiyayê sala 2003’an bi buhayê 49 milyon Euroyî çek firotin. Sala 2016’an qat bi qat zêde kir û bi buhayê 133 milyon euroyî çek firotine.

Ya ku SaferGlobesê dixe nava fikar  ew e ku Fînlandiya çekan difiroşe dîktatoriyên li Rojhilata Navîn ku şer lê dewam dike. Sala 2013’an tenê ji sedî 1 yê çekên Fînlandiyayê ji welatên Rojhilata Navîn re hatin firotin. Lê ev rêje sala 2016’an bû ji sedî 63.

Welatên sereke yên ku Fînlandiya çekan difiroşe wan; Tirkiye, Erebîstana Siûdî, Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî û Qatar in. Van welatan mafên mirovan binpê dikin û sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin.

Karsazekî Fînlandiyayî ji bo çekên şîrketa dewletê Patrîa bifiroşe li Ûgandayê bû, li wir mir. Mirina wî karsazî bû sedem ku polîtîkaya Fînlandiyayê ya li ser firotina çekan bê lêpirsîn.

Rêxistinên aştiyê nerazî ne

Rêxistinên civaka sivîl û aştiyê hikûmeta Fînlandiyayê rexne dikin. Ji ber ku çekan difiroşe welatên ku bi dîktatoriyê tên birêvebirin û mafên mirovan lê tên binpêkirin, dixwazin ku çek ji wan welatan re neyên firotin.

Şîrketa dewletê Patrîa sala dawî 40 wesayîtên zirxî ji Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî re firotin. Şîrketa Sako AB jî çeka sekvaniyê firot Tirkiye û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî .

Firotina çekên sekvanan divê ji aliyê Wezareta Parastinê ve bê erêkirin. Ji ber ku Wezareta Parastinê destûr da ku çek ji her du welatan re bên firotin, vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekirin. Rêxistinên aştiyê bi bîr xistin ku rîsk ku leşkerên tirk çekan li dijî kurdan û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî jî li Yemenê bi kar bînin heye. Lewma dixwazin ku çek nefiroşin wan.

Li dijî kurdana tên bikaranîn

Wezareta Parastinê ya Fînlandiyayê di sala 2017’an de 256 daxwazên ji bo firotina çekan qebûl kirin. Welatên sereke ku daxwaza wan a ji bo kirîna çekan ji aliyê Fînlandiyayê ve hate qebûlkirin; Swêd, Polonya û Tirkiye ne. Fînlandiya bi giranî êlekê ji pola, kumê bi zirx û amûrên teknîkî difiroşe Tirkiyeyê. Dema ku rêjeya çekên bên firotin di ser 1 milyon Euroyî re be, hingî divê ji aliyê hikûmetê ve were erêkirin.

Ya ku herî zêde serê hikûmetê diêşîne, firotina çekan ji bo Tirkiyeyê ye. Di meha adara îsal de, di dema êrîşên dagirkirina Efrînê de Yekitiya Çep diyar kiribû ku Tirkiye çekan li dijî kurdan bi kar tîne û ji hikûmetê xwestibû ku çekan nefiroşin Tirkiyeyê. Yekitiya Çep ku 12 wekîlên xwe li parlamentê hene, hikûmet sûcdar kiribû ku bi desteka çekan a ji bo Tirkiyeyê, qanûnên navneteweyî û mafên mirovan binpê dike. Di rapora SaferGlobesê de hate ragihandin ku Fînlandiyayê di sala 2016’an de bi buhayê 12 milyon Euroyî çek firotiye Tirkiyeyê.

Aloziya li herêmê girantir dike

Rêxistinên aştiyê; Komîteya Sedan û Federasyona Aştiyê daxuyaniyeke hevpar da û diyar kirin ku firotina çekan ji bo welatên Rojhilata Navîn mirovan dixe nav şoqê. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Firotina çekan ji bo welatên Rojhilata Navîn tevliheviya li herêmê zêde dike. Ji bo welatekî ku xwe weke parêzvanê mafên mirovan nîşan dide, zêdekirina firotina çekan ne çareseriyeke raste.”

Li gorî rapora Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRÎ), Fînlandiya di nav welatên ku herî zêde çekan difiroşin de di rêza 23’an de ye.

Albuma Nûçeyê