ÇAND Û HUNER

Fîlmê ‘Ji Bo Azadiyê’ hat kişandin

Dem : 15 Îlon 2018 Şemî

Kêşana fîlmê bi navê ‘Ji Bo Azadiyê’ bi dawî bû. Fîlmê ku derhêneriya wê Ersîn Çelîk kiriye, behsa berxwedana 100 rojan a di sala 2015’an de li navçeya Amedê ya Sûrê li hemberî dorpêça artêşê, dike. Fîlm xwe dispêre bûyer û kesên rasteqîn.

Yekem wêneyên fîlm hatin belavkirin. Fîlm dê di rojên pêş de bigihêje hezkiriyên sînemayê. Derhêner Ersîn Çelîk heta niha kurtefîlmên bi navê; ‘Pêlîstok’, ‘Berfenbar’, ‘Cemre’ û belgefîlma bi navê ‘Deftera Licê’ kişandiye. Fîlmê ‘Ji Bo Azadiyê’ yekem fîlmê metrajdirêj ê Çelîk e.

Berxwedana Sûrê dibe mijara roman û fîlmên sînemayê. Çend roj berê romana nivîskar Veysî Ulgen a bi navê ‘Kevirên Şewitî’ hat çapkirin û nivîskar di romanê de balê dikişîne ser berxwedana Sûrê. AMED

Albuma Nûçeyê