ÇAND Û HUNER

FîlmAmed bi ‘Çîrkîn Kral Efsanesî’ qediya

Dem : 28 Avrêl 2018 Duşem

Kadrî ESEN / AMED

6’emîn Mihrîcana Belgefîlman a FîlmAmedê ku piştî saleke navberdayînê, îsal li Pale Hunerê bi dirûşma “Filmê xwe bîne û were” hat lidarxistin, bi dawî bû. Mihrîcan di 23’yê mehê de bi belgefîlma “Radîo Kobanê” dest pê kir û roja yekşemê bi nîşandana belgefîlmê  “Çîrkîn Kral Efsanesî” jî qediya. Di mihrîcanê de 27 belgefîlm hatin nîşandan. Di dawiya nîşandana belgefîlmên ku derhênerên wan beşdarî mihrîcanê bûn de bi wan re li ser belgefîlmê sohbet hatin kirin. Her wiha di mihrîcanê de ji xeynî nîşandana belgefîlman, forum û kargeh hatin lidarxistin.

Zimanê belgefîlman piranî bi kurdî bû

Koordînatorê mihrîcanê sînemager Ardîn Dîren tekîldarî mihrîcanê axivî û diyar kir ku ji bo mihrîcanê bi giştî 105 serlêdan hatine kirin lê ji ber şert û mercên xwe tenê karibûne 27 belgefîlman di mihrîcanê de nîşan bidin. Dîren da zanîn ku ji dîaspora, Başûr, Rojhilat, rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û çend welatên din jî ji bo mihrîcanê ji wan re belgefîlm hatine û nîşan dane û wiha got: “Zimanê belgefîlman piranî bi kurdî bûn lê ji bo fêmkirinê nivîsên belgemîlman bi tirkî û îngilizî hatibûn nivîsandin.”

‘Radîo Kobanê’ pir eleqe dît

Dîren destnîşan kir ku ji ber meha remezanê û pêvajoya hilbijartinê mihrîcan bi awayekî xurt derbas nebûye û têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Di asta ku dixwest de eleqe ji bo mihrîcane nehat nîşandan. Piranî eleqe ji bo belgefîlmên ku derhênêrên beşdarî mihrîcanê bûn, hebû. Di mihrîcanê de eleqeya herî zêde ji bo belgefîlmên “Radioya Kobanê” û ‘Çîrkîn Kral Efsanesî’ ku li Amedê cara yekemîn hatin nîşandan, hebû.”

Tevî astengiyan jî mîhrîcan hat lidarxistin

Dîren her wiha destnîşan kir ku di mihrîcanê de ji xeynî nîşandana belgefîlman forumek û kargehek jî li dar xistine û wiha pê de çû: “Di kargehê de teknîka kişandina fîlm û belgefîlman hat nîqaşkirin. Di forumê de jî pirsgirêk û astengiyên dewletê yên ku li hemberî çêkirina belgefîlman derdixe hatin nîqaşkirin.” Dîren herî dawî got ku ji ber ku li gel hemû astengiyên qeyûman mihrîcana xwe li dar xistine gelekî kêfxweş in û dê ji niha pê de jî mihrîcana xwe bênavber li dar bixin.

Albuma Nûçeyê