NÛÇE

Fikrên azad aj û bejn didin

Dem : 25 Avrêl 2018 În

Rojhilata Navîn mozaîka gel û zimanan e. Li gorî pirtûkên pîroz Reb li vê dera hanê zimanan tevlihev kiriye û bi vê rêyê xwestiye ku mirov bi axaftinê ji hev fêm bikin û bi hev re jiyaneke têqûz ava bikin. Li vê erda hanê sed heyf û mixabin ku li şûna zar û zimanan lûleyên tifingan diaxivin. Di dîroka mirovbûnê de ev 5 hezar salên dawîn bûye salên ceng û qîtalê.

Tam di serdemeke ku êdî hêviya mirovahiyê nemabû û serdestan ‘dawiya dîrokê’ îlan kir lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêviyeke da gelan. Niha fikr û ramanên Ocalan di nav gelek ziman, gel û baweriyan de aj û bejn dide.

Erebên navçeya Til Koçer ên ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivîn. Jina bi navê Semîta Remedan got ku ew bi saya Ocalan jiyaneke nû ava dikin û xwest demildest serokê wan ji bin wê esaretê derkeve.

Salih El Kino diyar kir ku dewletên li herêmê û dewletên mezin ji mezinahiya ramanên Ocalan û tesîra wî ditirsin ji ber wê jî ew zindanî kiriye.    QAMIŞLO

 

Albuma Nûçeyê