NÛÇE

Fermandarê çeteyên OSO’yê hat kuştin

Dem : 05 Tîrmeh 2018 Pêncşem

Şervanên YPG/YPJ’ê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de, li dijî çeteyên OSO yên ku li herêmê zilmê li gel dikin, çalakiyên taybet pêk anîn. Yek ji fermandarê OSO Fermandarê Lîwa Selahaddîn Mesûd Îbo (Ebû Elmecîd Komelê) ku endamê ewlekariya Tirkiyeyê ye, ji aliyê yekîneya taybet a YPJ/YPG’ê ve hat şopandin û di encama operasyoneke taybet de di noqteyeke navbêra Cindiris û Efrînê de hate kuştin. Hat diyarkirin ku di operasyonê de bi Îbo re du çeteyên OSO yên din jî hatine kuştin.

Beriya demekê jî YPG/YPJ’ê bi çalakiyek heman şêwazî gotibû ku yekîneya wan a taybet çalakiyên bi vî rengî dê li ser komên çeteyan pêk bîne û wan ceza bikin. EFRÎN

Albuma Nûçeyê