NÛÇE

Fermandar Arîan li PE'yê bang kir: Pêşî li dewleta tirk bigirin

Dem : 08 Sermawez 2018 Pêncşem

Belgefîlma "Fermandar Arîan" ku ji aliyê derhêner Alba Sotorra ve hate amadekirin, li Parlamentoya Ewropayê hat nîşandan. Piştî nîşandana fîlm, karaktera sereke ya fîlmê Fermandar Arîan bi rêya skypeyê tev li çalakiyê bû.

Belgefîlma "Fermandar Arîan" a ji aliyê derhêner Alba Sotorra, li Parlamentoya Ewropayê (PE) hat nîşandan. Karaktera sereke ya belgefîlmê Fermandara YPJ'ê Arîan bi rêya skypeyê tev li kombûna nîşandana fîlmê bû. Tevî derhênera fîlmê Sotorra, bavê şervana YPJ'ê Anna Campbell a ku li Efrînê şehîd bû Dirk Campbell, Stelis Kouloglou û ji aktîvîstên Tevgera Jinên Kurd Dilar Dirik jî tev li kombûnê bûn.

Fermandara YPJ'ê Arîan bi bîr xist ku ev 6 sal in li Rojava şerekî giran diqewime û wiha got: "Ciwanên kurd, ereb, tirk, ciwanên ji Ewropayê û welatên din ên cîhanê li vê derê têdikoşin." Fermandara YPJ'ê Arîan diyar kir ku 6 sal in ew li dijî DAIŞ'ê şer dikin û wiha dewam kir: "Me DAIŞ têk bir lê dewleta tirk dixwaze wê ji nû ve xurt bike. Me hovîtiya dewleta tirk bi taybetî li Efrînê dît. Banga me ew e ku ev êrîşên li dijî gelê kurd biqedin."

Fermandar Arîan anî ziman ku dê Rojava biparêzin û bal kişand ser êrîşên dawî yên dewleta tirk ên li ser Kobanê û Girê Spî. Arîan ev bang kir: "Pêşî li dewleta tirk û her tişta alîkariyê dide DAIŞ'ê bigirin."

Fermandara YPJ'ê Arîan diyar kir ku parastina Rojava parastina mirovahiyê ye û wiha got: "Gef û êrîşên li ser Rojava dewam dikin. Dewleta tirk gefê li hemû destketiyên me dixwe. Dixwaze jiyana me biqedîne. Lê em ê şoreşa xwe biparêzin. Di nava vê şoreşê de mirovahî heye, azadî heye." Fermandar Arîan her wiha silav da bavê şervana YPJ'ê Campbell Dirk Campbell.

Beşdarên kombûnê jî demeke dirêj li ser pêyan ji bo fermandara YPJ'ê Arîan li çepikan xistin.

Dirk Campbel jî qala êrîşên dewleta tirk ên li ser gelên Rojava kir. Bav Campbell, dîmenê Haci Loqman Bîrlîk ê li pişt panzerê bi erdê re hat kaşkirin û teşhîrkirina bedena şervana YPJ'ê Barîn Kobanê ya li Efrînê şehîd bû, nîşan da. Campbell got ku di navbera dewleta tirk û DAIŞ'ê de tu ferq nîne. Campbell diyar kir ku keça wî di dema êrîşa dewleta tirk de li Efrînê jiyana xwe ji dest da û ji bo gelên Rojava banga piştgiriyê kir.

Belgefîlma li ser çîroka şexsî ya fermandara YPJ'ê Arîan, şervanên jin, wêrekî û biryardariya wan, berdêlên dane û berhemên afirandine ye. BRUKSEL 

Albuma Nûçeyê