JIN

‘Ezmûna girîng a Tirkiyeyê ji niha şûnde ye’

Dem : 09 Sermawez 2018 În

Koma Pisporên Çalakiyê (GREVIO) ya ku lijneya kontrolakirina Peymana Konseya Ewropayê ya Der barê Pêşîgirtina Şîdeta Nav Malê û Şîdeta li Hember Jinê ya wek Peymana Stenbolê tê binavkirin, rapora ku der barê Tirkiyeyê de amadekiribû di rojên bihurî de aşkera kir. Peymana Stenbolê ku ewil Tirkiyeyê îmze kir, di 11’ê gulana 2011’an de li Stenbolê ji îmzeyê re hat vekirin û di 1’ê tebaxa 2014’an de ket meriyetê.

GREVIO’yê di rapora xwe de diyar kir ku ji bo jin jiyana xwe ji şîdetê dûr bidomînin hawirek baş nehatiye afirandin û puanê da Tirkiyeyê wek ‘di bin navînê de’ diyar kir.

Ji Weqfa Mor Çati Ceren Akkaya rapora GREVIO’yê nirxand û da zanîn ku peymana Stenbolê peymana herî xurt a di destê jinan de ye û wiha got: “Di encama zextên li ser jinan de pêngavên cidî hatin avêtin. Piştî peymana Stenbolê qanûna hejmar 6284 ket meriyetê. Maf tên binpêkirin. Pêşnûmaya nefeqeyê di rojevê de ye, wek guherînên zagona îstîsmara zayendî, di gelek mafan de şûndeketin heye.” Akkaya destnîşan kir ku rapor nîşan dide ku rexneyên jinan cidî hatine girtin û  dê ji vir şûnde jî şopdarê Peymana Stenbolê û GREVIO’yê bin û got ku ezmûna girîng a Tirkiyeyê ji niha şûnde ye. MUGLA

Albuma Nûçeyê