POLÎTÎKA

Êzidiyên li Şengalê biryara Amerîkayê şermezar kir

Dem : 09 Sermawez 2018 În

Meclis, sazî û dezgehên Şengalê bi daxuyaniyeke hevpar biryara DYA’yê ya têkildarî pêşengên PKK’ê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi saya pêşengên PKK’ê gelê ji fermaneke mezin hatiye rizgarkirin û di vê oxirê de jî bi dehan gerîla şehîd bûne. Di berdewamê de jî hat diyarkirin ku dê biryara DYA’yê nekare têkoşîna gelê kurd lawaz bike

Meclis, sazî û dezgehên Şengalê der barê biryara DYA’yê ya têkildarî pêşengên PKK’ê daxuyaniyeke hevpar dan. Di daxuyaniyê de biryara Amerîkayê hat şermezarkirin û hat gotin ku PKK’ê ji bo rizgarkirina xaka Êzidxanê û gelê êzidî bi dehan şehîd dane û biryara DYA’yê cihê şermê ye.

Di destpêka daxuyaniyê de biryara DYA’yê hat şermezarkirin û ev tişt hat ragihandin: “Di dema êrîşên sala 2014'an de û bi taybet di dema fermanê de, me wek gelê êzidî bi xwe helwesta Amerîkayê jî dît. Niha jî em helwesta Amerîkayê ya li hemberî her sê şoreşgerên kurd dibînin. Amerîka heya roja îro li hemberî êrîşa ser gelê me tu helwestek nîşan nedaya. Lê bi saya fikra azad û têkoşîna her sê rêveberên PKK û KCK'ê gelê me têkoşînek bêhempa da. Di oxira rizgarkirina keç û dayikên me de bi dehan şehîd dan.”

Biryara sosret

Meclis, sazî û dezgehên Şengalê di berdewamê de jî got ku li şûna ku Amerîka biryarek wisa sosret bide, dikarîbû bal bikşîne ser rizgarkirina bi dehhezaran mirovan a ji fermana sala 2014'an a li ser gelê êzidî û wiha bi dawî kir: “Em careke din weke gelê Şengalê, bi tevahiya saziyên xwe ve diyar dikin ku ev biryar dikeve xizmeta dijminên gelê kurd û bi taybet dijminên gelê êzidî. Heta ku ew rojên bi êş di bîra me de bin, em ê bi hemû hêza xwe bi fikra azad û şoreşgerên xwe re bin. Em dibêjin ev biryar têkoşîna me lawaz nake û dê bihêztir bike.” ŞENGAL

Albuma Nûçeyê