POLÎTÎKA

Ew ne qûleya saetê ye, ew Minareya Çarling e’

Dem : 05 Pûşper 2018 Sêşem

Hevserokê HDP’ê û namzedê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî gera xwe ya hilbijartina 24’ê hezîranê ya li bajarên herêmê didomîne. Temellî piştî Sêrt û navçeyê wê û derbasî Êlih û navçeyên wê bû. Temellî, namzedên HDP’ê yên Êlihê Feleknas Uca, Ayşe Acar Başaran, Necdet Temîzyuz, Mehmet Ruştu Tiryakî û Şukru Baytar, Hevserokên HDP’a Êlihê Nizamettîn Toguç û Bêrîvan Helen Işik, Hevşaredarê Êlihê Sabrî Ozdemîr ê qeyûm tayînî şûna wî kirin, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata ya hefteyek berê ji girtîgehê hat berdan û rêveberên HDP û DBP’ê ewil bajarokê Awîskê ya bi ser Qubînê ve ziyaret kirin.

Temellî li Hezoya Êlihê jî axivî û wiha got: “Erdogan dibêje qûleya saetê ye. Ew ne qûleya saetê ye. Ew Minareya Çar Ling e ya we Tahîr Elçî li berê qetil kirin. Em ê hesabê Tahîr Elçî ji we bixwazin.” Temellî anî ziman ku Erdogan bi zanebûn Demîrtaş bi bûyerê Kobanê ve sûcdar dike û got: “Li gel daxwaza te Kobanê neket û wê Erdogan bikeve.” ÊLIH

Albuma Nûçeyê