POLÎTÎKA

‘Ev gel tu carî serî netewand’

Dem : 10 Pûşper 2018 Yekşem

HDP’ê di çarçoveya xebatên hilbijartinan de li Mûşê mîtîng pêk anî. Bi deh hezaran kes tev li mîtîngê bûn. Di mîtîngê de destpêkê Gulistan Koçyîgît axivî û bang li gel kir ku xwedî li dengê xwe derkevin.

Piştî axaftina Koçyîgî, hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan axivî û anî ziman ku di 16 salên AKP’ê de binpêkirina mafan, kuştin, xizanî û nelirêtî zêde bûne û wiha axivî: “Niha çima OHAL heye. Ji bo ku bêtir xweli îktîdarê bihêlin OHAL’ê dirêj dikin. Welatekî ku bi OHAL’ê bê rêvebirin, welatekî ku wekîl û şaredar girtî bin, welatekî ku qeyûm tayîn bike, welateki ku aborî têk çû be, hileşiya ye. Em dê di 24’ê hezîranê de bersîva vê yekê bidin.”

Buldan bal kişand ser tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê û diyar kir ku AKP û MHP’ê ji bo bêtir dijminatiya kurdan bikin tifaq ava kirine û wiha domand: “Yên vîna me, rûmeta me nas neke û hurmetê nîşan nede em jî hurmetê nîşan nadin. Hêza tu kesî tune ku nasname, vîn û çanda kurdan înkar bike. Gelê kurd tu carî serî netewand û natewîne jî.” MÛŞ

Albuma Nûçeyê