NÛÇE

Ev 14 sale pirsa ‘Tolga Baykal Ceylan li ku ye?’ bê bersive

Dem : 04 Tebax 2018 Şemî

Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê îro jî aqûbeta Tolga Baykal Ceylan Pirsîn. Çalakvanan dan zanîn ku ji 10’ê Tebaxa 2004’an ve tu agahî ji Ceylan nayên girtin. Dayika Ceylan, Kadriye Ceylan jî bang li rayedarên dewletê kir ku li însafê bên û aqûbeta kurê wê zelal bikin

Dayikên Şemiyê di hefteya 697’an de jî li Qada Galatasarayê aqûbeta windayan pirsîn û xwestin ku kujer bên darizandin. Di çalakiyê de pankarta ‘Kujer diyar in, winda li ku ne?’ hate vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Tolga Baykal Ceylan ê ku 14 sal berê ji mala xwe ji bo betlanê derket û careke din agahî jê nehatiye girtin, hat pirsîn.

Di çalakiyê de parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu balkişand ser Komkujiya 10'ê Cotmehê û da zanîn ku 9 piyonan 101 caran muebbeta giran girtine. Tanrikulu da zanîn ku ji sînor heta Enqereyê rê li van kujeran hatiye vekirin.

‘Êdî werin însafê’

Dayika Tolga Baykal Ceylan ê windayî, Kadriye Ceylan jî axivî. Dayika Kadriye anî ziman ku ew weke dayikekê bang li dewletê dike û di bangawaziya xwe de ji dewletê xwest ku kujer bên girtin û darizandin. Dayika Kadriye got ku divê rayedarên dewletê erka xwe bi cih bînin û wiha domand: “Berpirsên ku bûn sedema windabûna Tolga, hîn li ser desthilatiyê ne û sûcên xwe vedişêrin. Ev 14 sal in kujer tên parastin. Êdî bila bên însafê û kurê min bibînin.”

Ji 10’ê tebaxê 2004’an ve agahî jê nayê girtin

Daxuyaniya hefteyê jî li ser navê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê ji hêla Meryem Bars ve hate xwendin. Bars bi lêv kir ku binpêkirina mafan ên giran pêk hatine û ev tişt anîn ziman: “Ji ber ku kujer nayên cezakirin, sûcên nû rû didin. Divê desthilatî dawî li vê polîtîkaya bêcezakirinê bîne.” Di berdewamê de jî Bars çîroka Baykal Ceylan xwend. Çîroka Ceylan wiha ye: “Tolga Ceylan li Zanîngeha Teknîkê ya Zanîngeha Stenbolê xwendekarekî 24 salî bû. Li Stenbolê tevî dayika xwe dima. Di 7'ê tebaxa 2004'an de ji bo betlaneyê çû navçeya Îgneada ya Kirklareliyê. Di roja yekem de li dayika xwe geriya û got ku ew gihaştiye Îgneadayê. Ji 10'ê tebaxa 2004'an ve jî agahî êdî ji nehat girtin.”

Hemû hewldan bê encam man

Di berdewamiyê de jî Bars da zanîn ku Dayika Kadriyeyê ji bo dîtina kurê xwe serî li hemû meclisan daye lê tu encam bidestnexistine û wiha bi dawî kir: “Di 2004'an de lêpirsîna ku Dozgeriya Demîrkoyê destpê kiribû, di sala 2006'an de biryar da ku 'pêdivî bi şopandinê nîne’ û dosya girtin. Dayika Kadriye Ceylan jî serî li Komeleya Mafên Mirovan da. Mijar di TBMM'ê de jî hate vegotin. Di 9'ê sibata 2011'an de jî li TBMM'ê komîsyon hate avakirin. Di rapora komisyonê de jî encamek erênî derneket û malbat kete nava fikaran.Hîn aqûbeta Ceylan nayê zanîn. Em îro careke din bang li berpirsan dikin ku erka xwe pêk bînin û aqûbeta Tolga Baykal Ceylan bipirsin.” STENBOL

Albuma Nûçeyê