JIN

Erka hemû jinan rêxistinkirin e

Dem : 09 Tîrmeh 2018 Duşem

Rêxistina Kongreya Star bi armanca pêşxistina kar û xebatê li navçeya Mexmûr û Til Mecdel ên girêdayî kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê bi civîna ku li dar xistin, meclisên xwe avakirin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin. Piştre hevpeymana civakî ya Kongreya Star ji aliyê berdevka Kongreya Star Selwa Ehmed a navçeya Serêkaniyê ve hat xwendin.

Di hevpeymanê de rol û rêxistinkirina Kongreya Star û têkoşîna jinan di hemû qadên siyasî ,civakî û aborî de derket pêş.

Rêvebera Kongreya Star a Herêma Cizîrê Welîda Botî li ser rol û rêxistina jinan axivî û wiha got: “Bi hezaran sal e têkoşîn li hemberî zihniyeta baviksalarî tê meşandin. Divê jin li hemberî koletiyê tu caran serî netewînin, xwe bi rêxistin bikin ji bo ku bikaribin jiyanek azad bijîn.”

Divê jin bibin xwedî sekneke azad

Di heman demê de li navçeya Til mecdelê civîn hate li darxistin. Di civînê de rêvbera Kongreya Star a Kantona Hesekê Helîma Ehmed axivî û ev tişt anî ziman: “Divê jin di civakê de rola xwe bilîzin û ereka wan e ku hemû jinan bi rêxistin bikin, ji bo ku jin bibin xwedî sekneke azad.”

Her wiha piştî axaftinan li her du navçeyan meclis hatin avakirin. HESEKÊ

Albuma Nûçeyê