POLÎTÎKA

Erdogan ferman dide leşker pêk tînin!

Dem : 14 Pûşper 2018 Pêncşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Hikûmeta AKP’ê ji bo ku HDP’ê di bin benda hilbijartinê de bihêle serî li rê û rêbazên pir cuda dide. Ji bo vê jî li gelek deveran hewldana destwerdana sindoqan dike. Li bakurê Kurdistanê bi zexta leşkerî, guherandina cihên sindoqan, rewşa awarte û bi lîstikên cur bi cur van xebatan dimeşîne. Li hêla din jî rojane operasyonên girtin û binçavkirinê pêk tîne.

Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de AKP’ê bi taybet jî li herêmên ku piraniya dengê wan ên HDP’ê ne, bi biryara YSK’ê cihê zêdetirî 240 hezar hilbijêran guherand. Li hêla din jî walî, qeymeqam, fermandar, mûftî û gelek memûrên din ên dewletê ku li gorî makeqanûnê divê bêalî bin, tevî namzedên AKP’ê li gund û malan digerin û ji Erdogan û AKP’ê re dengan dixwazin.

Leşkeran ferman da keyayan

Niha jî li navçeya Tûşba ya Wanê leşkerên dewleta tirk keyayên navçeyê vexwendin fitarê û li qereqola Golluyê ya Tûşbayê civiyan. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) di xwarinê de leşkeran têkildarî ewlehiya hilbijartinê û sindoqên ku dê werin veguhestin, ferman da keyayan. Hat zanîn ku leşkeran ji keyayan xwestine ku xwedî li sindoqên gundê xwe derkevin.

Bersiv dan Erdogan

Hêjayî gotinê ye ku serokê AKP’ê Erdogan di civîneke bi endamên partiya xwe de ji berpirsyarên taxan ên AKP’ê re xwestibû ku HDP’ê di bin benda hilbijartinê de bihêlin. Destwerdana leşkeran jî weke bersiva gotinên Erdogan hat nirxandin.

Albuma Nûçeyê