CÎHAN

Erdogan dema xwe ya herî bê ruh û lewaz dijî

Dem : 23 Pûşper 2018 Şemî

Çavên cîhanê li hilbijartinên 24’ê heziranê yên ku dê li Tirkiyeyê pêk werin e . Her roj çapemeniya cîhanê bi sernavên balkêş û têkçûna Erdogan de nûçeyan amade dikin. Vê carê ji rojnameya îngilîz a bi navê Financial Times (FT) gotarek bi navê ‘Qumara Erdogan’ weşand

Rojnameya îngilîzî ya Financial Times (FT) gotarek bi navê ‘Qumara Erdogan’ belav kir. Di gotarê de wiha tê gotin; “Demeke ku ewqas Recep Tayyip Erdogan xurt bû tine bû. Dihat payîn ku bi hilbijartinên 24ê Hezîranê yên roja yekşemê destê xwe xurt bike lê beriya wê kêm caran wiha lawaz xuya dibe.”

Di gotara Financial Times (FT) a bi navê ‘Qmara Erdogan’ de tê destnîşankirin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan êdî derbasî asta xweparastinê bûye û wiha hatiye gotin: “Bi hêviya ku beyî ku pirsgirêk mezin bibin û dijberiyê bibîne biryara hilbijartineke pêşwext da. Lê ankêtên ku nîşan didin, dibe ku piraniya dengan bi dest nexe û bi rêjeya gelekî nêzî hev hilbijartin bimîne tûra duyemîn.”

Di mijara Laure Pitelî de hat diyarkirin ku ‘hilbijartin di demeke krîtîk’ de tê kirin û ev tişt hatine gotin. “Tirkiyeyê li dijî kurdên cîranê xwe destwerdanên leşkerî pêk tîne. Bi Amerîka (DYA) û Yekîtiya Ewropa (YE) re ragêşî bilind e. Rewşa aborî ya li Tirkiyeyê li ba gelek aliyên hilberîneran re bawerî nehiştiye.” Hîndekarê Dibistana Perwerdeya Bilind a Behrevaniyê ya Amerîkî Ryan Gingeras diyar kir ku ‘tinebûna seqamgeriyê’ bûye beramberê welatê Tirkiyeyê ûhiha domand: “Muxalefet jî bi ser bikeve, Erdogan jî bi ser bikeve, em nizanin bê dê civat bertekeke çawa nîşan bide.”

Di nivîsê de tê gotin ku bangeşeya namzedê CHPê Muharem Ince ya ‘enerjîk û cuda ku amade ye şer bike, hilbijêrên dijberiyê şaşwaz dike.

Nivîs wiha berdewam dike:

“Erdoganê westiyayî û bêruh, neçar ma ku xwe biparêze. Retorîka AKPê ya ku îdia dike ku welat zengîntir û muferrehtir kiriye, li hemberî enflasyona du reqemî û erzanbûna nirxê pereyê tirk li hember dolar vala derdikeve.”Di nûçeyê de gotina  parlementerê AKP’ê yê ku 2012’an de ji AKP’ê veqetiya Suat Kinikoglu tîne ziman: “Bi ya min wî (Erdogan) dixwest ku heta heta weke serokomar bimîne.”

Herwiha di nûçeyê de nivîskara Sabahê ku li tirkiyeyê weşanê dike û nêzî hikûmetê ye Hilal Kaplan jî ji bo Erdogan dibêje, ‘pêwistiya wî bi hêzê heye’ û lê zêde dike:

“Eger wisa bûya, rewş cudatir dibû. Kaplan amaje dike ku Erdogan ji ‘xizmetê hez dike’ û lewma jî dixwaze di warê birêvebirina Tirkiyê de dewam bike.” LONDON

Albuma Nûçeyê