POLÎTÎKA

Erdogan: Li dijî HDP’ê xebatên taybet bikin

Dem : 13 Pûşper 2018 Çarşem

NAVENDA NÛÇEYAN

Gelên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 24’ê hezîranê de ji bo hilbijartina serokkomar û parlamenteran diçe ser sindoqan. Bi nêzbûna hilbijartinan re jî hem zimanê partiyan ê li hemberî hev tûjtir bû û hem jî zexta hikûmetê ya li ser partiyên siyasî zêdetir bûn. Li hêlekê girtin û binçavkirin û li hêla din jî hîleyên hikûmeta AKP’ê her ku diçe zêde dibin. Niha jî dîmenên Erdogan ên nû derketin holê. Erdogan ji endamên partiya xwe re dibêje ku divê li dijî HDP’ê xebatên taybet bimeşînin.

Di hilbijartinên 24’ê hezîranê de partiya herî girîng ku dê qedera hilbijartinê diyar bike, Partiya Demokratîk a Gelan e (HDP). Ji ber vê yekê jî hem tifaqa ‘Millet’ a CHP, ÎYÎ Partî û Saadetê, hem jî tifaqa ‘Cumhur’ ku ji AKP-MHP û BBP’ê pêk tê li dijî HDP’ê pir bi baldarî nêz dibin. Ji ber ku HDP bêtifaq tev li hilbijartinan dibe, benda hilbijartinê jî tenê ji bo wê dimîne. Ger HDP di bin bendê de bimîne, ev rewş herî zêde kêrî tifaqa Cumhurê tê. Di vê rewşê de tifaqa Cumhurê zêdetirî 80 parlamenteran bi dest dixe. Ev yek jî tê wateya serkeftina AKP-MHP’ê.

‘Ez van gotinan ji derve nakim’

AKP ji bo ku HDP’ê di bin benda hilbijartinê de bihêle, her tiştî dike. Dîmenên serokê AKP’ê Erdogan ên ku tê de daxwaza HDP di bin bendê de bimîne, derketin holê. Ev yek jî diyar dike ku AKP ji bo vê armancê ketiye nava liv û tevgerê. Erdogan di axaftinê de ku li‘Civîna Serokên Taxê’ ya partiya xwe kiriye, axaftinên girîng kirin. Di serî de jî got ku ‘Ez van gotinan ji derve nakim’ û planên li dijî HDP’ê wiha aşkera dike: “Hevalno, ez dixwazim ku teşkîlata partiya me li ser HDP’ê xebateke pir cuda bimeşîne. Ez van gotinan li derve nakim. Li vir ez bi we re di axivim. Çima ez bi we re di axivim? Ji ber ku ger HDP di bin benda hilbijartinê de bimîne, dê rewşa me ber bi noqteyekê pir baş ve biçe.”

‘Lîsteyên sindoqan ên hilbijêran binêrin’

Di berdewamê de jî Erdogan dibêje ku ji ber vê yekê li hemû navçeyan divê hevalên wî bi taybet jî li ser HDP’iyan xebatên pir cuda bimeşînin û wiha didomîne: “Ji ber ku hûn jixwe dizanin ka kî kê ye. Ne wisa? Ji ber ku ger nûnerê taxê nizane ka kî kî ye, wê demê jixwe divê wê peywîrê berde. Divê hûn bizanin. Dê hilgirin lîsteya sindoqan a hilbijêran û dê lê binihêrin ka kî kî ye. Ez di wê baweriyê de me ku dê ev xebat encamên pir cuda bîne. Divê hûn ji nêz ve bişopînin.”

Albuma Nûçeyê