NÛÇE

Endamên SP’ê şibandine HDP’ê!

Dem : 26 Avrêl 2018 Şemî

Partiya nijadperest û faşîst ê tirk MHP, bi dijminatiya xwe ya li hemberî kurdan tê naskirin. Çi dema ku pêla nijadperestiyê bilind bibe ev çeteyên faşîst ên di vê partiyê de qaşo siyasetê dikin, êrîşî kurdan dikin.

Di bin navê parastina ‘bekaya welat’de ji bilî tirkan mafê jiyanê nadin tu netewe, bîr û baweriyan. Ji bo wan hebe tune be tirk û tirkî ye. Di arîfeya hilbijartinên 24’ê Hezîranê de MHP’î wekî sondxwariyên HDP’iyan, li dû provokasyonê ne. Beriya çend rojan li Enqereyê polîseke jin bi nîşaneya gurêboz li ber standa HDP’ê sekinî û stranên nijadperest bi dengekî bilind lêxist.

Endamên Partiya Saadetê (SP) li Enqereyê ku li ser rêya Konya û Enreqeyê afîşên partiya xwe hildiavêstin jî rastî êrîşa MHP’iyan hatin û 7 hendamên SP’ê birîndar bûn. Hat hînbûn ku Alîkarê Serokê Giştî yê MHP’ê û Parlamenterê Enqerê Mevlut Karakaya din av êrîşkaran de bûne.

Lêborîna wan ji qebeheta wan mezintir e

Piştî ku li nexweşxaneyê derket holê ku yên rastî lîncê hatine endamên SP’ê ne MHP’ê bi daxuyaniyekê qaşo lêborînê xwest û tê de xwe wiha parast: “Me got qey ew kes HDP’î ne lewma me êrîşî wan kir.”Der barê bûyera lîncê û daxuyaniyê de Berdevkê HDP’ê Ayhan Bîlgen li ser hesabê medya civakî daxuyaniyek da û got ku divê her kes li dijî provokasyonan baldar be û wiha axivî: “MHP qaşo lêborîn dixwaze lê lêborîna wan ji qebeheta wan mezintir e.”ENQERE

Albuma Nûçeyê