NÛÇE

Encamên hilbijartinan AKP’î dîn kirine

Dem : 04 Tîrmeh 2018 Çarşem

Dîmenên axaftina birayê serokê rêxistina AKP'ê ya Cizîrê Cihan Guven ê bi navê Tahîr Guven ên der barê hilbijartinên 24’ê hezîranê de derketin holê. Di dîmenan de Guven dibêje ku encamên hilbijartinê bi dilê wan nînin û bang li Erdogan dike ku gelê herêmê xizmetê heq nake. Guven her wiha dengdêrên HDP’ê jî wekî ‘endamên rêxistina terorîst a DEHAP’ê’ pênase dike

Birayê serokê teşkîlata AKP'ê yê Cizîrê Cîhan Guven ê bi navê Tahîr Guven, encamên hilbijartinên 24'ê heziranê nirxandin û gef li gelê Şirnexê xwar. Di dîmenên ku di şeva hilbijartinê de li navçeya AKP'ê ya Cizîrê de hatine kişandin de Guven li gelê Şirnexê gefan dixwe.

Di dîmen de Guven bang li Erdogan dike û dibêje ku gelê Cizîr û Şirnexê ‘xizmeta’ ku hatiye kirin heq nake û gel tewanbar dike. Di berdewama dîmen de jî Guven ji sedî 70.25 dengê ku HDP'ê girtiye wekî ku Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) a di 2005'an de xwe fesih kiribû girtiye pênase kir, HDP wekî DEHAP nîşan da û wiha got: “Yên deng dane rêxistina terorê, Dehapî ne.”

‘Em ji encaman kêfxweş nînin’

Serokê rêxistina AKP’ê ya navçeyê Guven di dîmen de bê navber spasiya Erdogan dike û wiha dibêje: “Berî her tiştî em hemû kesên ku dengê xwe dane me spas dikin. Birêz serokkomar, rêberê cîhanê ye. Hemû hemwelatiyê me yên Şirnexê em ji vê encama hilbijartinê ne kêfxweş in. Bi qasî xizmeta birêz serokkomarê me ji bo gelê Cizîr û Şirnexê kiriye, tu carî heq nekiriye. Ev rêxistina terorê hêj li pişt DEHAP’iyan e. Vana pir şaşî kirin.” ŞIRNEX

Albuma Nûçeyê