JIN

‘Em ji bo azadiya jinan şer dikin’

Dem : 19 Pûşper 2018 Sêşem

Şervanên YPJ’ê ku di nav Pêngava Bagera Cizîrê de cihê xwe digirin gotin ku ew ji bo azadkirina jinên ku di destê DAIŞ’ê de ne, şer dikin. Her wiha şervanan anîn ziman ku dê tev li hemû pêngavên azadiyê bibin

Ji roja destpêkirina Şoreşa Rojava heta niha şervanên jin cihê xwe di gelek pêngavên girîng de girtin. Yek ji van pêngavan jî Pêngava Bagera Cizîrê ye. Şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di pêngava Bagera Cizîrê de cihê xwe digirin diyar kirin ku wan azadiya xwe di nav YPJ’ê dîtine û destnîşan kirin ku dê ji bo azadiya hemû jinan bi taybetî jinên ereb têbikoşin.

Şervanên YPJ’ê di Pêngava Bagera Cizîrê de ya bi armanca rizgarkirina bajaroka Dişîşa û ewlekariya sînorê Iraq û Sûriyeyê di eniyên pêş de li hemberî terora herî xeternak cîhanê cih girtine.

Hejmareke şervanên YPJ’ê yên ku nû tevli refên YPJ’ê bûne armanca tevlîbûna xwe ya Pêngava Bagera Cizîrê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku ew ji bo azadkirina jinan ku ji destê çeteyên DAIŞ’ê şer dikin.

Zeynep Dêrik anî ziman ku ev cara yekemîn e ku tevli şerê li dijî DAIŞ’ê dibe û wiha got: “Wekî jineke ciwan ji Dêrazorê ez ê mîsyona xwe ya rizgarkirina welatê xwe û jinên ereb ji zilma DAIŞ’ê ya bi salan pêk bînin, ez ê li hemberî zihniyeta ku jin tenê karê malê dike û wekî kole dibînin, bisekinim.”

Viyan Dêrazor jî destnîşan kir ku ew beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina bajaroka Dişîşa bûne û da zanîn ku dê beşdarî pêngavên li pey wê jî bibe û wiha axivî: “Wekî ku ez xwe azad bikim hemû jinên bindest rizgar bikim da ku mafê xwe bi dest bixin.” HESEKÊ

Albuma Nûçeyê