JIN

‘Em her kesî hembêz dikin’

Dem : 16 Pûşper 2018 Şemî

Jinên Partiya Rizgariya Ji nû ve ya Sosyalîst (SYKP) û Partiya Siberoja Çep û Kesk ku pêkhateyên HDP’ê ne li Îzmîrê li gelek cihan stand vekirin û xebatên piştgiriyê didomînin.

Jinên ku her roj li noqteyên cuda standê vedikin, diyar kirin ku ew li vir her kesî hembêz dikin.

Şîlan Kaya anî ziman ku nûneriya jinan a li meclisê bi HDP’ê re pêk hatiye û wiha got: “Tevî provokasyonên serokkomar û yên din bertekên li dijî HDP’ê gelek erênî ne. Em li vir dest didin hev. Me li Konak, Buca, Bornovayê stand vekir û belavok belav kirin.”

Kaya destnîşan kir ku derbaskirina bendê ya HDP’ê gelek girîng e û her kes di vê hişmendiyê de ye û got ku ew ji bo ewlehiya sindoqan jî dixebitin.

Îclal Dîkmen jî da zanîn ku ji bo rêzdariya li hemberî xweza û mirovan divê deng ji bo HDP’ê bê dayîn. ÎZMÎR

Albuma Nûçeyê