JIN

‘Em ê zanist û pisporiyê bi jinên bakurê Sûriyeyê re parve bikin’

Dem : 10 Tebax 2018 În

Heyetek ji herêma Baskê ya Îspanyayê ku çend roj berê serdana Kobanê kir, rewşa bajar û saziyên jinan ji nêz ve şopandin. Der barê armanca serdana xwe de endamên heyetê axivîn.

Nûnera Tevgera Jinan a Herêma Baskê Esther Martin diyar kir ku armanca wan a serdana Kobanê ew e ku rewşa jinan ji aliyê siyasî, rêxistinî û civakî ve ji nêz ve bişopînin. Martin bal kişand ser gavên ku jinan li bakurê Sûriyeyê avêtine û tekez kir ku tecrubeya sîstema hevserokatiyê tecrubeyeke serkeftî bû û gaveke bingehîn a azadiya jinan e.

Di axaftina xwe de Martin got ku wan gelek hevdîtinan pêkanîne û bi rêya wan hevdîtinan rewşa jinan û bi taybet pêşketinên wê piştî Şoreşa Rojava nas kirin.

Her wiha endama meclisa bajarê Durango yê Baskê Aydr Badîla jî diyar kir ku wan bi gelek nûnerên saziyên jinan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re hevdîtin kirine û pêşketinên jinan û bidestxistina azadiya xwe bi çavên xwe dîtin û wiha got: “Em hewl didin zanist û pisporiyê di hemû aliyan de bi jinên bakurê Sûriyeyê re parve bikin û her wiha em ê piştgiriyê bidin projeyên pêşxistina jinan.” KOBANÊ

Albuma Nûçeyê