JIN

Em ê vê desthilatdariyê birûxînin

Dem : 11 Pûşper 2018 Duşem

HDP ya Cizîra Şirnexê, di rojên derbasbûyî de li taxa Cûdî bi tevlibûna bi sedan kes, buroya hilbijartinê ya jinan vekir. Xebatkarên jin ên buroyê bê navber xwe ji bo hilbijartina 24’ê hezîranê amade dikin. Jinên HDP’î mal bi mal, kolan bi kolan û gund bi gund digerin û bi gelek jinan re xebatên hilbijartinê bi rê ve dibin. Ji xebatkarên buroyê endamên Meclisa Jinan a HDP’ê ya Cizîrê Ozlem Kûtlû û rêvebera HDP’ê Guler Tûnç der barê xebatên xwe de agahî dan.

Kûtlû diyar kir ku li Tirkiyeyê cara yekem HDP buroyên jinan vedike û wiha axivî: “Jin eleqeyek mezin nîşanî buroyê didin. Ji bo ku jin hîn baştir xwe îfade bikin û hîn zedetir beşdarî xebatan bibin vekirina bûroyan girîng e. Jinên Cizîrî ji bo karibin bi awayekê azad hesabên bûyerên li Cizîrê hatin jiyîn, bipirsin me qadeke wiha ava kir. Em ê di 24’ê hezîranê de hesabên hemû êrîş, tundî û komkujiyan ji pergalê bipirsin û dê vê desthilatdariyê birûxinin.”

Rêvebera HDP’ê û di heman demê hevjîna Orhan Tûnç ê di jêrzemînên Cizîrê de hat qetilkirin Guler Tûnç jî diyar kir ku ew ê bi bawerî û têkoşîna jinan, dawî li polîtîkayên şer bînin û wiha got: “Jin rengên HDP’ê ne. Em her roj tax bi tax, kolan bi kolan digerin û hewl didin xwe bigihînin jinan.” ŞIRNEX

Albuma Nûçeyê